ÎZMÎR – Hat ragihandin ku li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûne û ew rakirine revîra girtîghê.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê dengvedana ku tê gotin Semîha M. û Yildiz Ş. ên ku têkiliya wan bi rêveberiya girtîgehê re heye didome. Derket holê ku li Hejmara 1 a Girtîgeha Tîpa T a Şakranê bûyerek jehrîbûna girtiyan pêk hatiye. Hat ragihandin ku girtî ji xwarinê jehrî bûne û rakirine revîrê. Piştî girtiyan rakirine revîrê serûm li wan hatine xistin, li ser hişê xwe vebûne û hat gotin ku rewşa wan baş e. Hat zanîn ku nîşaneya jehrîbûnê li ser hemû girtiyan hatiye dîtin.
Li gorî agahiyên malbatên girtiyan dan; girtiyan diyar kiriye ku li revîrê ji wan re hatiye gotin ku ji ber xwarinê jehrî bûne.
Me xwe bi telefonê gihand rayedarên girtîgehê û û der barê mijarê de dan zanîn ku xwarin duh ji Girtîgeha Servekirî ya Şakranê hatiye şandin û dikarin ji wir agahî bên girtin. Telefonên Girtîgeha Servekirî ya Şakranê jî ji ber girtinê re girtî bû agahiyên zelal nehatin bidestxistin.