EFRÎN - Di êrîşên li hemberî Kantona Efrînê de, mala dîrokî ya neviyê Betal Axayê ku li hemberî zilma Osmaniyan serî rakiribû û hatibû kuştin, hat wêrankirin. Miduriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê jî rûxandin û texrîbkirina warên dîrokî şermezar kir.
Êrîşên li ser Efrînê di roja 25’an de jî didomin. Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO ên girêdayî wê de, bi taybetî li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Şera û Recoyê bi awayekî dijwar didomin. Di van êrîşan de herî zêde bandor li sivîlan dibe. Di nav deverên sivîl ên dibin hedefa bombe û êrîşan de, war û cihên dîrokî jî zirarê dibînin û tên texrîbkirin.
Li gor nûçeya ANHA’yê ya bi îmzeya Şervîn Mustefa û Xandî Elo, di êrîşên li hemberî Kantona Efrînê de, li bajaroka Celemê ya navçeya Cindirêsê mala dîrokî ya neviyê Betal Axa Kînc ku di sala 1830’yî de hatiye avakirin hedef hatiye girtin. Mala dîrokî ya neviyê Betal Axa Musfa Betal Axa di êrîşan de bi awayekî zêde zirar dîtiye û hatiye texrîbkirin.
BETAL AXA KÎNC KÎ YE?
Li gorî şêniyên bajaroka Celemê, Betal Axa mirovekî têkoşer, wêrek û welatparêz bûye. Ji zilmê hez nedikir û li dijî dagirkeriyê derdiket. Ji ber vê yekê li hember Împaratoriya Osmanî serî hildaye û li kela gundê Basûtayê bi cih bûye û rêveberiyeke xweser li gundê Basûtayê ava kiriye. Pişt re jî herêma xwe hetanî nêzî Helebê fireh kiriye.
Ji ber vê tevgera wî padîşahê Osmanî nerihet dibe, li hemberî Betal axa lîstikekê çê dike. Lê li şûna ku bi wan re şer bikin padîşahê Osmanî, Betal Axa dixapîne û ji bo agirbestê wî vedixwîne. Dema Betal Axa tevî kurê xwe diçe, herdu li ser destê Osmaniyan têne kuştin. Cenazeyên Betal û kurê wî li herêma ¨Axyûl¨ ya Tirkiyeyê hatine veşartin.
Tê gotin ku Betal Axa di sala 1740’î de wîlayeta Kilîsê bi rê ve biriye.
BANG LI UNICEF’Ê KIR
Her wiha Miduriyeta Şûnwaran a Kantona Efrînê jî der barê texrîbkirin û rûxandina warên dîrokî de daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Muduriyetê êrîş tên kirin wek êrîşên li dijî dîrokê bi nav kir û bang li li rêxistinên mafên mirovan, hiqûqê û UNICEF'ê kir, ku li gor peywir û erka xwe tev bigerin û êrîşên li ser herêmê rawestînin.