STENBOL – 15 akademîsyenên der barê wan de bi boneya belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kiribûn, doz hatibû vekirin li 34’emîn û 36’emîn Dadgehên Cezayê Giran ên Stenbolê derketin pêşberî dadger.
Akademîsyenên aştiyê bi boneya belavoka "Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kiribûn bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” der barê wan de doz hatibû vekirin. Danişînên dozên akademîsyenan li 34’emîn û 36’emîn Dadgehên Cezayê Giran ên Stenbolê hat dîtin. 13 akademîsyen li 34’emîn Dadgehên Cezayê Giran a Stenbolê û 2 akademîsyen jî li 36’emîn Dadgehên Cezayê Giran a Stenbolê ên Stenbolê hatin darizandin. Gelek akademîsyenên din jî doza hevkarên xwe şopandin.
DAXWAZA DOSYE BILA BIBIN YEK RED KIRIN
Ewil danişîna Peywîrdarê Hindekariyê yê Zanîngeha Koç Başak Can Bulut li 36’emîn Dadgehên Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî tespîta nasnameyan Bulut xwest ji bo parastinê dem jêrê bê veqetandin. Parêzer Benan Molu jî ji 13’ê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dosyeya tê dîtin xwest û daxwaz kir ku dosye bi dosyeya heyî re bibe yek. Li ser vê yekê dadgehê daxwazê red kir û danişînê taloqî 19’ê hezîranê kir.
Pişt re danişîna Peywîrdarê Hîndekariya Zanîngeha Arel Umut Şah dest pê kir. Şah ji bo parastinê dem daxwaz kir. Parêzer Merîş Eyuboglu jî xwest dosyeyan bikin yek. Dadgehê dozê taloqî 19’ê hezîranê kir.
'DOZGER CIHÊ DIYAR NIQANDIYE’
Piştî danişîna her du akademîsyenan danişîna 13 akademîsyenan li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Ewil akademîsyen Gemen Cevahîr derket pêşberî dadger. Cevahîr parastina xwe kir û diyar kir ku îdianame jê re nehatiye şandin û ji bo parastinê dem xwest. Parêzer Ozlem Ayata jî mafê axaftinê girt û da zanîn ku di belavokê de dozgeran cihên diyar neqandiye û divê hemû belavok bihata nirxandin. Parêzer berata miwekîlê xwe kir. Dadgehê daxwaza beratê û dosye bê yekkirin red kir û xwest ji bo parastinê dem bê veqatandin. Dadgehê doz taloqî 25’ê îlonê kir.
Danişîna Dr. Funda Karapehlîvan a ji Zanîngeha Marmarayê îxrac bû jî hat dîtin. Heman dadgehê danişînê taloqî 25’ê îlonê kir.
'MAFÊ WE YÊ EZ XWE NAPARÊZIM TUNE YE’
Danişîna Alîkarê Doç. T. Denîz Erkmen ji Fakûlteya Zanyariyên Civakî ya Zanîgneha Ozyegîn jî hat dîtin. Serokê Dadgehê got “Mafê we yê ‘Ez ê parastinê nekim tune ye.’ Teblîxat hatibe kirin divê hûn parastinê bikin.” Parêzer jî xwest vê dosyeyê bi dosyeya li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bikin yek. Doz hat taloqkirin.
Danişîna Alîkarê Doç. Erdem Yoruk ê ji Zanîngeha Koç jî hat dîtin. Dadgehê vê dozê jî taloqî 25’ê îlonê kir.
Danişîna akademîsyenên din didome.