STENBOL - Okay Şîmşek û Veysel Şahîn ên di çarçoveya doza cinayeta Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de girtî dihatin darizandin, bi hinceta "Bylock" bi kar neanîne hatin berdan.
Di danişîna 67'an a doza cinayeta Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de, heyeta dadgehê ji bo 11 bersûcên girtî biryara berdewamiya girtîbûna wan dabû. Lê belê li ser îtiraza parêzerên alîgiran Dadgeha Cezayê Giran a 14'emîn a Stenbolê, der barê peywirdarên Daîreya Îstixbaratê ya Cendirmeyan a Trabzonê Okan Şîmşek û Veysal Şahîn de ku bi awayekî girtî dihatin darizandin biryara berdanê da.
Dadgehê di birayara xwe de got, ji ber bersûc Okan Şîmşek û Veysal Şahîn bêyî bi derengî bikeve agahî dane amîrên xwe, dema wan a girtinê, nebikaranîna wan a bernameya Bylockê û li Bank Asyayê nebûna hesabên wan li ber çavan hatiye girtin û biryara berdana wan da.
Di çarçoveya dozê de hejmara bersûcên girtî bi berdana herdu kesan daket 9'an.