EFRÎN - Endamê Konseya Reveberiya TEV-DEM'ê, Bedran Çiya Kurd têkiliyên Tirkiye-DYA nirxand û wiha got: "Stratejiyên 2 welatan ên li ser Sûriye ji hev cuda ne. Lê berxwedana Efrînê planên wan pûç kirin."
Şerê TSK'ê û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 25'an de berdewam dikin. Tevî êrîşê hewayî û bejayî yên TSK'ê Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî wan berxwedanek xurt nîşan dide. Piştî şerê li ser Efrînê hat guhertin plan û hesabên gelek welatan hat guhertin. Hêzên navneteweyî yên wekî Rûsya û DYA ku ewil li dijî Efrînê bêdeng man, piştî operasyon pêş ket û gelê Efrînê di ber xwe da, banga "itidal" "sînorkirina operasyonê kirin" Di 8'ê Sibatê de Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî yê DYA'yê McMaster hat Tirkiye. Di rojên pêş de Tirkiye xwe amade dike ku Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson pêşwazî bike. Têkildarî geşedanên di nava Tirkiye û DYA'ê û polîtîkayên li ser Sûriye Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd nirxandinên girîng kir.
‘TIRKIYE DIXWAZE RÊ LI PÊŞ PERGALÊ BIGIRE'
Çiya Kurd, anî ziman ku piştî Reqqa ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin, hin tişt bêtir zelal bûn û wiha got: "Piştî vê yekê em difikirîn ku Tirkiye û hêzên navneteweyî êrîşî pergala me bikin. Tirkiye bi êrîşa li ser Efrînê dixwaze rê li pêş pergala Federaliya Demokratîk bigire. Hêzên derve jî dixwazin ji vê êrişa Tirkiye ya li ser Efrînê sûd bigirin.
Komên wekî OSO dikevin Efrînê komên mirî ne. Di nava wan de endamên DAÎŞ'ê û El Nusra ya bi navê nû HTŞ jî heye. Rejîm û Rûsya bi van êrîşan dixwaze li Îdlib û Efrinê destkeftiyan bi dest bixin. Lê berxewdana li Efrînê gelek planên wan pûç kirin.
‘NAXWAZIN TÊKOŞÎNA BI DAIŞ'Ê RE LAWAZ BIBE'
Kurd, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û Sûriye yên li ser Efrîn û Sûriye û wiha got: "DYA û Tirkiye endamên NATO nin. Lê nakokiya van şirikên NATO her ku diçe kûr dibe. Gelek sedemên wê hene. Di serî de têkiliyên DYA yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re Tirkiye bêzar dike. Dîsa têkiliyên DYA û Fethullah Gulen û Îranê rageşiyek din pêş dixe. Ev berjewendiyên wan nakokiyan kûr dikin. Ev yek dê şerê navbera wan derxe ? Ez niha nafikirim. Niha DYA tên Tirkiye. Dibe ku di milê siyasî, aborî û diplomasiyê de Tirkiye bi sînor bike. Ji ber ku pêkanînên Tirkiye rê li pêş destkeftiyên DYA digire. Nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî QSD'ê DYA mecbûrî hin tiştên din dike. Naxwazin têkoşîna bi DAÎŞ'ê re lawaz bibe. Stratejiya Tirkiye û ya DYA ya li ser Sûriye ji hev cuda ne.
‘Kurd, anî ziman ku di ziyareta Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê ya bi Tirkiye re dê li ser mijara Efrînê jî niqaş bikin û wiha bi dawî kir: "Ger ku DYA bixwaze şer raweste, dibe ku Tirkiye ji hin tiştan ji DYA'yê bixwaze. Dibe ku Tirkiye ji DYA bixwazin ku xwe ji Sûriye bikişîne û piştgiriya xwe ya ij ser QSD'ê qut bike. Lê DYA diyar dike ku êrîşên li ser Efrinê dê kurdit bibe. Tirkiye gefan li DYA dixwe ku Minbicê terk bike. Ev dibe ku rageşiyê zêde bike."
MA / Nazım Daştan- Selami Aslan