AMED - Endamê Meclisa DBP'ê Mehmet Eşref Mamedoglu, aşkera kir ku gelek navên di serdema DBP'ê de li park û baxçeyan kiribûn piştî şaredariyên wan hatin xespkirin, qeyûman navê park û baxçeyan guhertine. Mamedoglu aşkera kir ku heke ew şaredariyan careke din qezenc bikin dê wan navan careke din lê bikin.
Şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî bi rêya qeyûman hatin xespkirin, qeyûman tevahiya saziyên ku di bin banê şaredariyan de bûn girtin, ên negirtin jî dewrî dewletê kirin û beyî kar û bar hiştin. Li gel ew qas êrîş, gelek sazî, park û baxçeyên ku navên wan bi kurdî bûn, qeyûman navê wan jî guhert. Herî dawî li semta Metropolê ya Peyasa Amedê tabelaya Parka Halîl Îbrahîn Oruç hat daxistin.
‘JI SERDEMA KOMARÊ HETA NIHA EV POLÎTÎKA DEWAM DIKE’
Endamê Meclisa BDP'ê Mehmet Eşref Mamedoglu, anî ziman ku polîtîkaya ku qeyûm îro dimeşînin ne nû ye, pêla pişaftinê ji serdema komarê heta niha dewam dike û ev tişt got: "Roja ku komar hatiye avakirin, ziman û çanda kurdan di bin êrîşan de ye. Di dawiya sedsala 20'emîn de jî ev polîtîka dewam dike. Di binê ev qas êrîşan de hişmendiya pişaftinê radizê. Dixwazin hişmendiya kurdan ji holê rakin. Di serdema Osmaniyan de çi be, di serdema Tirkiyeyê de jî heman tişt e. Dixwazin 100 salê pişiya me jî vê polîtîkayê dewam bikin."
Mamedoglu aşkera kir ku dê gelê kurd vê êrîşê tu carî ji bîr neke û ev tişt anî ziman: "Dixwazin hişmendiya gelê kurd tune bikin. Lê emê destûrê nedin vê yekê. Di hilbijartinên pêşerojê de şaredariyên ku em bigirin, emê ji nû ve navê wan dîsa daynin ser."
Navên ku şaredariyên DBP’ê danîbûn û piştî qeyûm hatin tayînkirin, hatin guhertin ev in:
* Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê navê nivîskarê wêneya kurdî Mehmet Uzun li parkê kiribû, tabelaya parkê hat peyakirin. Sirûda bi kurdî ya "Hilbe Agrî" ya li nava parkê de jî hat rakirin. Piştî bertekan tabela hat piçûkkirin û careke din li cihê wê daliqandin, lê der barê birdariyê e tu pêşketin çênebûn.
* Di 29'ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Licê ya Amedê ji qereqolê top avêtibûn û zaroka 12 salî Ceylan Onkol hatibû qetilkirin. Navê Onkol li parkê kirin, qeyûm tabelaya parkê daxist.
* Şaredariya Şaxê ya Wanê di sala 2016'an bi navê "Westaniya Parêzer Tahîr Elçî" parkek ava kir, piştî qeyûm hat ser şaredariyê navê parkê guhert û kir "Şehîd GK Alî Ogun Parki"
* Şaredariya Bazîdê ya Agiriyê peykerê wêjevanê kurd Ehmedê Xanî li navenda bajêr danî, lê qeyûm peyker ji qadê rakir. Li ber bertekan, qeyûm bi gotina "qeza bû" xwe parast û aşkera kir ku dê peyker careke din dayne cihê wê. Lê hêj peyker soza xwe nanîn cih.
* Şaredariya Peyalê ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskê hatin kuştin, li semta Dîclekentê peykerê Roboskê danî, di 8'ê Çileyê de qeyûm peyker rûxand.
* Peykeên "Lamassus" ên balê dikişîne ser mîtolojiya Asûran, bi salan bû li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn, piştî qeyûm hat ser kar bi hincetên wekî "pût" peyker ji cihê wan rakirin.
* Peykerê helbestvanê kurd Ahmet Arîf ê li navçeya Sûrê ya Amedê bû, kirin armanc. Peykerê helbestvan ji cihê wê rakirin û zerar dan qaîdeya wê.
* Qeyûmê Şaredariya Bazîda Agiriyê Ulaş Akhan, peykerê Enmedê Xanî yê li Taxa Ulusoyê hilweşand.
* Peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî li navçeya Qosera Mêrdînê hatibû dayîn, qeyûm peyker rakir û li cihê wê kuleya saetê anî. Zarokê 12 salî bi bavê xwe re li navçeyê bi 12 guleyan hatibû kuştin.
* Qeymeqaym Mehmet Ozel ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîrê kirin, wêneyên aydê Merwaniyan ê di sala 2012'an de li Parka Merwaniyan hatibûn bi cihkirin, di 30'ê Adarê de rakirin.
* Siyasetmedarê kurd û wekîlê berê Orhan Dogan, bi salan di girtîgehê de ma. Piştî wefata Dogan, Şaredariya Cizîrê li navenda bajêr peykerê Dogan bi cih kiribû, piştî qeyûm hat ser kar peyker li cihê wê rakir.
* Parka li navçeya Pîranê ya Amedê navê Leyla Kasim lê hatibû kirin, qeyûm nav parkê guhert û navê Haci Osman Ayyildiz li parkê kir. Leyla Kasim yek jî pêşmergeyên li dijî dîktatoriya Saddam Huseyîn têkoşîn dayî ye û di 12'ê Gulana 1974'an de li Bexdayê hat darvekirin.
* Parka li navçeya Pîrana Amedê navê mamoste Zubeyyîr Akkoç ê di sala 1993'yan de hatibû kuştin lê kiribûn, piştî qeyûm hat ser kar, navê cerdevan Ferît Kaçar li parkê kir. Kaçar di pevçûnekê de hatibû kuştin.
* Parka li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pîranê hat çêkirin, navê Zîlanê li parkê kirin. Qeyûm navê parkê guhert, navê polîs Mustafa Yildirim li parkê kir.
* Parka 3 Şitlan a li ber Dibistana Seretayî ya Pîranê, wekî Şehîd Çawûşê Pispor Haci Osman Ayyildiz hat guhertin.
* Parka Daristanê ya Şaredariya Amedê berî salan ava kir û navê Ayşenur Zarakolu li parkê kir, qeyûm wekî "Parka Şehîdan a 15'ê Tîrmehê" guhert.
* Parka Medenî Yildirim a Şaredariya Licê çêkir, wekî Şehîd Bînbaşi Umît Çelîk hat guhertin. Medenî Yildirim di 1'ê Cotmeha 2017'an de li navçeya Licê dema çêkirina qereqol-kalekolan şermezar dikir, hat kuştin.
* Tabelaya Kompleksa Werzîşê ya Husn-î Cîhan a li qada Seyran û Şitlan a Yenîşehîrê bû, qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê navê "Husn-î Cîhan" bi boyaxê girt.
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Erdîşa Wanê kirin, Parka Aştiyê ya 7'ê Pûberê ya di sala 2015'an de hat çêkirin, di 30'ê Hezîrana 2017'an de rûxand.
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Peyasa Amedê kirin, tabelaya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn daxist, li ser bertekên raya giştî, tabela careke din hat daliqandin. Piştre hat gotin ku dê navê "Navenda Çanda Neteweyî ya 15'ê Tîrmehê" li saziyê bikirana.
* Bi fermana qaymeqaymê navçeyê û qeyûmê Şaredariya Peyasê Mustafa Kiliç, tabelaya "Kompleksa Werzîşê ya Amedê" hat daxistin û navê kompleksê wekî "Kompleksa Werzîşê ya Polîsê Şehîd Halît Gulser" hat guhertin.
* Li navenda Şirnexê kreşa bi zimanê kurdî, li navçeya Cizîrê Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê û Kireşa Zarokan a Biçûkan a Nûbiharê hat girtin. Navenda Çand û Hunerê ya li Silopiyê bû navenda pişaftinê. Piştî ev sazî dewrî TUGVA û Baskê Jinên AKP'ê kirin, neqşên aydî Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Dildar, Karapetê Xaço, Eyşe Şan. û Meyremxanê ji dîwarên navendê hatin rakirin.
* Parka di 17'ê Cotmeha 2009'an de li Taxa Ramanê ya Êlidê li ser Bulwara Edîp Solmaz li ser navê Aram Tîgran hat çêkirin, bi fermana qeyûm navê Tîgran hat boyaxkirin.
* Qaymeqaymê navçeyê Mehmet Kaşikçi yê weyî qeyûm tayînê Şaredariya Gevera Colemêrgê kirin, tabelaya kurdî-tirkî daxist û tenê bi tirkî nivîsî.
* Qeyûm Ahmet Odabaşi yê tayînê Şaredariya Qosera Mêrdînê kirin, tabelaya Navenda Çandê ya Elî Temel daxist û di 19'ê Kanûna 2017'an de deriyê navenda çandê girt.
* Wêneyên M. Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Eyşe Şan, Seîd Axayê Cizîrî yên li ser Mala Dengbêjên Botanê bûn, piştî qeyûm hat ser kar, navê saziyê guhert.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxa Suphanê ya Artemêtana Wanê "Navenda Jinanê ya Zarokan a Hinarê" vekir, piştî qeyûm hat ser kar, destpêkê navê saziyê guhert, demekê şûn de deriyê navendê nifte kir.
Bêrîvan Altan / Aydin Îrmez