AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan û banga yekitiya neteweyî kirin û ev tişt gotin: "Ev şer tenê ji bo qoltix û qesrê hatiye destpêkirin. Zarokên me ji bo çi jiyana xwe ji dest didin? Tu sedem tune."
Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê OSO'yê yên li dijî Efrînê di roja 24'an de ne. Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrîşan dan û xwestin êrîş bi dawî bibin. Amediyan li dijî êrîşan banga yekitiyê kirin, xwestin gelên cîhanê jî piştgiriyê bidin gelê Efrînê û li dijî êrîşan tê bikoşin.
Kerîm Aytaş got ku êrîşên li dijî Efrînê tenê ji bo qoltix û qesrê tên kirin û ev tişt got: "Tu bingeheke mafdar a van êrîşên li dijî Efrînê tune. Gelê Efrînê li dijî êrîşan axa xwe diparêzin. Em vî şerî naxwazin. Tenê kurd li wir tune ne. Li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke mezin da. Li vir zarokên veqîran dimirin. Em kurd in û dest ji kurdbûna xwe bernadin."
BANGA YEKITIYÊ KIRIN
Mecît Can ji bo Efrînê banga piştgiriyê kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta tirk zilmê dike, lê kes vê yekê nabîne. Ez bawerim dê kurd heta niqutka xwîna xwe ya dawî jî li wir şer bikin. Divê her der ji bo piştgiriya kurdan rabe ser piyan. Bila kes xwe bêdeng neke. Hêj kurdên li pey Erdogan diçin hene." Can nerazîbûn nîşanê helwesta Rûsyayê jî da û wiha pê de çû: "Rûsyayê ji me re îxanet kir. Divê gelên cîhanê jî li dijî vê dîktatoriyê raweste. Şer giran e û divê her kes piştgiriyê bide gelê Efrînê. Divê kurd jî êdî yekitiya xwe ava bikin."
'DIVÊ EM PÊŞÎ LI WAN BIGIRIN'
Mamosteyê teqewîtbûyî Namik Poyraz destnîşan kir ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, şer ketiye dewrê û wiha got: "Di 30 salên dawî de sînorê welat diguhere û mirov tên dimirin. Gelên bi hezaran salin bi hev re dijîn, rewşa niha dilê mirovan dişewitîne. Divê ev şer nebe. Leşker jî gerîla jî mirovên minin. Divê ji vê re çareyek bê dîtin. Tenê yek rêya çareseriyê heye, ew jî divê em darekî bi tekera vê pergalê re bikn. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên çareseriyê bê çareserkirin."
‘EFRÎNÎ XWIŞK Û BIRAYÊN ME NE’
Osman Demîrkaya got ku "Gelê Êfrînê xwişke û birayên me ne" û xwest şer bi dawî bikin. Demîrkaya, da zanîn ku tu aliyê rewa yê vî şerî tune û ev axaftin kir: "Li Efrînê kê heye, kesên xerîb tune. Xwişk û birayên me yên em bi salan bi hevre dijîn li wir in. Tu kes nikare vî şerî baş bide nîşan. Divê ev şer bi dawî bibe. Her roj cenaze diçin her derî. Lê civak anîne rewşeke wisa ku ji mirinan kêfxweş dibin. Divê her kes bi wijdana xwe li dijî vî şerî raweste."
'ALIYÊ MAFDAR Ê VÎ ŞERÎ TUNE'
Ahmet Bakir jî aşkera kir şer tiştekî xirab e û ev nirxandin kir: "Şer tiştekî xirab e. Em bi mirina tu mirovî kêfxweş nabin. Li wir gelek civakên wekî kurd, tirkmen, ereb û ermenî bi hev re dijîn. Şer aramiya her kesan xirab dike. Ev welat jî ber bi şer ve kişandin. Tu aliyê vî şerî yê mafdar tune."