NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê yê CHP'î Azîz Kocaoglu ku tevî 127 bersûcan 7 salin tê darizandin, piştî got “Li Efrînê şer şert e" beraet kir.
Êrîşê li ser Efrînê di roja 25'an de berdewam dike. Yên li dijî operasyonê nerazibûn û bertekên xwe tînin ziman tên binçavkirin an jî tên girtin. Lê balkêş e Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê yê CHP’î Aziz Kocaoglu ku 7 salin ji nelirêtiyê tê darizandin piştî piştgirî da şerê Efrînê beraet kir.
Şaredarê Îzmirê yê CHP’î Aziz Kocaoglu, di 10'ê Sibatê de li Karê Topçu Albay a Fedîdûn ya Fermandariya Garnîzon a Menemenê tev li Naveda Çandê ya Kubilayê bû, axaftin kir û got: “Ger ku hêzên Emperyalist li Rojhilata Navîn hewl didin tevî Tirkiye Irak, Suriye û Îranê perçe bikin li Efrînê şer şert e" û piştgirî da operasyona li Efrînê.
Piştî vê daxuyaniya Aziz Kocaoglu ku tevî 127 kesên ji nelirêtiyê û erka xerab tên darizandin beraet kir. Li aliyê din ji 474 kesên ku li ser medyaya civakî bertek û nerazibûnên xwe yên li dijî şerê Efrînê anîn ziman jê 192 hatin girtin. Aziz Kocaoglu ku tevî 127 endamên meclisa şaredariyê ya Îzmirê 7 salin tên darizandin, piştî vê gotina ku piştgiriyê dide Şerê Efrinê beraet kir.