EFRÎN - Li Efrîna 50 hezar xwendekar lê hene, ji be rêrîşên li dijî bajêr heta niha 27 dibistan xera bûn û 13 xwendekar jî hatine kuştin.
Êrîşên TSK'ê yên li hemberî Efrînê yên hewayî û bejahiyê di roja 25'an de didomin. Pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO ên girêdayî wê de, bi taybetî li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Şera û Recoyê bi awayekî dijwar didomin. Di van êrîşan de herî zêde tesîr li sivîlan dibe. Di nav deverên sivîl ên dibin hedefa bombeyan de dibistan jî hene. Li Efrîna ku 318 dibistan lê hene, ji dibistana seretayî heta zanîngehê nêzî 50 hezar xwendekar lê hene.
27 DIBISTAN HEDEF HATIN GIRTIN, 13 XWENDEKAR HATIN KUŞTIN
Di êrîşên ku ji 20'ê Çileyê ve didomin de 27 avahiyên dibistanan hedef hatin girtin. Ji ber êrîşên balafirên şerî, ji kesên hatine qetilkirin 13 jê xwendekar in. Ji ber vê yekê rêveberên kantonê mecbûr man navberê bidin perwerdehiyê. Di êrîşên tên kirin de bi taybetî dibistanên li Şiyê, Reco û şerayê hatine serobinokirin. Hevserokê Komîteya Perwerdehiya Efrînê Mihemed Reşît destnîşan kir ku ew bi êrîşeke dijwar re rû bi rû ne û ji ber vê ew xwendekaran diparêzin.
BELGEYÊN HATIN KOMKIRIN WÊ JI UNICEF'Ê RE BÊN ŞANDIN
Reşît, bi lêv kir ku Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî di nav de wan pêwendî bi helek sazî û dezgehan re daniye û ew ê daneyên di dest xwe de ragihînin UNICEF'ê. Reşît got: "Têkildarî dibistanên hatine xerakirin û xwendekarên me yên hatine qetilkirin em ê belgeyên xwe berpêşî wan bikin. Bila werin li vir Efrînê bişopînin. Çimkî mirovên sivîl tên kuştin. Jin û zarok tên qetilkirin. Li hemberî mirovahiyê şerek heye. Bila dengê Efrînê bibihîzin. Em bi tunekirineke çandeyî, dîrokî û jiyanî re rû bi rû ne."
WÊ MAMOSTE Û XWENDEKAR LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI SER PIYA BIN
Reşît anî ziman ku tevî gelê Efrînê li hemberî êrîşan ew seferber bûne û heta êrîş bên berterefkirin ew ê vê rewşê berdewam bikin. Reşît destnîşan kir ku di rojên pêş de ew ê tevî xwendekar û mamosteyên li kantonê meşekê li dar bixin û bertekên xwe nîşan bidin.
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan