MELETÎ – Polîsan bi ser avahiyên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Meletiyê de girtin. Hat zanîn ku lêgerîn dewam dike û polîsan rêveberên partiyan binçav kir.
Polîsan serê sibê bi ser avahiyên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Meletiyê de girt. Li avahiyên partiya lêgerîn dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya, Hevserokê DBP’a Meletiyê Mahmut Bîlgîç, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Battalgazî Abuzer Adiyaman, Halîse Kizil, Sîbel Yaylagul û Bulent Karataş hatin binçavkirin.
Hinceta binçavkirinan nehat zanîn û hat hînbûn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.