MÊRDÎN - Endama Platforma Jinan a Mêrdîn Bijîşk Derya Etem têkildarî zêdebûna êrîşên zayendî wekî “Pirsgirêka tenduristiya Civakî" pênase kir û wiha got: "Polîtîkayên bêcezakirina van dozan hişmendiya daraza mêrê serdest e.
Di demên dawî de bûyerên êrîşên zayendî zêde dibin. Di êrîşên zayendî de gelek ji wan bersûc nayên cezakirin û serbest tên darizandin. Herî dawî li Mêrdînê M.B. rastî êrîşa zayendî ya polîsê tevgera taybet B.K., hatibû. Polîs B.K., ku ji sucdariya “Êrîşa zayendî ya bi hêz" serbest di danişîna 3'emîn de beraet kir. Têkildarî êrîşên zayendi yên zêde dibin, endama Platforma Jinan a Mêrdîn Bijîşk Derya Etem têkildarî zêdebûna êrîşên zayendî wekî “Pirsgirêka tenduristiya Civakî" pênase kir. Etem, anî ziman ku jinên rastî êrîşên zayendî tên travmayên mezin derbas dikin û wiha got: "Tevî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya êrîya zayendî, ku tespît kir bin çerp xwîn bûy jî Polîs B.K. yê îstîsmarî M.B. kir, beraet kir. Dadgehê qebûl kir ku delîlên nû li dosyayê zêde bike. Dîsa di dosyayê de rapora psikiyatrî kêm bû. Ev skandala hiqûqê ye. Di van dozan de erk û rola bersûc û jiyana wî ya civakî li ser darizandinê bi bandor e. Ger ku mexdûr wekî hişmendiya mêr xwedî seknek be, bersûc rastî cezayê giran tê. Lê ger ku jin ango mexdûr xwedî seknek civakî be bersûc nkayê cezakirin.
Etem, bal kişand ser polîtîkayên necazakirinê û wiha got: "Daraz bi feraset û hişmendiya mêrê serdest tev digere. Mexûr teşhîr dike. “Sûcê tecawizê di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Êrîşek bi wesf û bi qalîte êrîşa zayendî ye. Hemû derûniya mexdûr têk dibe. Bandorek neyînî li ser jiyana wî ya rojane dike. Travma ye. Divê teqez kesên mexdûr ji xizmeta civakî sûdê bigire. Teqez divê di çavdêriya pisporê xizmeta civakî, ango derûnînasekî de îfadeya wan bê girtin. Dewez pêdiviya mexdûran ji derûnînas û pisporê xizmeta civıkî heye. Neçar e tişta bi serê wê de hatiye bi awayekî tibbî îspat bike. Neçare di milê civakî de ji hebûna xwe biparêze. Ger ku piştgirî hebe dikare vê pêvajoyê derbas bike.
ÇANDA TUNDÎ Û ŞER ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ ZÊDE DIKE
Bijişk Etem, anî ziman ku bi taybetî li Mêrdînê û li her derê êrîşên zayendî zêde bûne û wiha got: "Şer û tundî bandorê li ser çanda êrîşên zayendî zêde dike. Çanda tundiyê bi şer re pêş dikeve. Di hemû serdemên şer de tundî û êrîşên zayendî zêde dibin. Di pêvajoyên wisa de piştgirî û şêwirmendiya civakî zêde ye. Kesên rastî êrîşa zayendî tên, rasti pirsgirêkên mayinde tên. Ev yek bandorê li ser paşeroja jiyana wan jî dike. Ev pirsgirêka tenduristiya civakê ye. Civaka bi tenduristî divê vê yekê qebûl neke. Divê civak li hemberî vê yekê hestiyar û di nava şewirmendiyê de be. Divê civak destûr nede vê yekê."
Divê hemû saziyên jinan û rêxistinên jinan vê pêvajoyê ji serî heta binî bişopînin. Ji bo polîtîkayên bê cezakirinê bi dawî bibin divê her kes hestiyar tev bigere.
MA / Özgür Paksoy