‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'

img

ENQERE - Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, aşkera kir ku ew wekî gelê Qibrisê piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û ev tişt got: "Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê pirsgirêka Qirbisê jî çareser bibe." 

Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, li ser dawetê tev li 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû, çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re parve kir û nirxandinên girîng kirin. Koukoumas, aşkera kir ku ruhê di kongreyê de ruhekî bi hêz, şoreşger û berxwedêr bû.
 
Koukoumas aşkera kir ku ew guhertina polîtîk a li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û ev tişt got: "Guhertinên li Tirkiyeyê bandorê li ser jiyana me ya li giravê dike. Rejîma tundiyê ya Erdogan her dem nefretê bi pêş dixe. Vê yekê hem di nava tirkên li Qirbrisê hem di nava yewnan û rumên li wir de bi pêş dixe. Êrîşa li dijî Rojnameya Afrîkayê yek ji wan e. Li ser banga Erdogan êrîş pêk hatin. Her çendî ev êrîş tirkan nekiribe jî bandor li ser hemû herêma me û giravê tevahî kir." 
 
‘TIRKIYE WEKÎ HÊZEKE DAGIRKER ÇÛ EFRÎNÊ’
 
Koukoumas bal kişand ser êrîşa li dijî Efrînê û ev tişt anî ziman: "Tirkiye wekî hêzeke dagirker çû wir. Ji bo mudaxaleyê hemû axa Sûriyeyê bike çû wir. Em vê operasyonê teqes şermezar dikin. Em polîtîkaya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ji Qibrisê ve dizanin. Heke îro Sûriye di vê rewşê de be, ev ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê wiha ye, ji ber alîkariya ku daye DAIŞ'ê wisa ye. Ji ber van hemû pirsgirêkan Sûriye di vê rewşê de ye."
 
Koukoumas destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê, têkoşîna mirovahiyê ye û wiha axivî: "Em piştgiriyê didin wan û li gel têkoşîna wan in. Kurd li wê herêmê hêza herî aktîf in."
 
'PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE...'
 
Koukoumas, anî ziman ku ew wekî welatiyên Qibrisê, hêviyên wan ji têkoşîna gelê kurd heye û di nav bendewariyê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bandora rejîma otorîter a li Tirkiyeyê bilind dibe, xwe digihîne derveyê Tirkiyeyê jî û bandorê li welatên cîran jî dike. Îro jî artêşa tirk li ser sînorê me ye û me tacîz dikin. Ya rast heke pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe. Dê bandora çareseriya meseleya kurd bandorê li ser herêma me jî bike. Dibe ku em jî dagirkeriya tirkan a li Qibrisê bi dawî bikin û tirkên Qibrisê, rumên Qirbisê bi hev re jiyanekê bij3in, rêvberiyekê ava bikin. Ji bo wê em bi her awayî piştgiriyê didin têkoşîna kurdan. Ji ber ku Tirkiye dijminê me ye, em wekî AKEL ji bo vê piştgiriyê nadin têkoşîna gelê kurd, em piştgiriyê didin gelê kurd, ji ber ku têkoşîna kurdan têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê ye. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, em wekî AKEL çi ji destê me bê emê bikin."
 
MA / Denîz Nazlim

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e