ÎZMÎR - Ji ber biryara zevtkirinê ya der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de nehatiye betalkirin dîsa hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê de çend roj berê nûçegihanê me yê Îzmîrê Ahmet Kanbal hatibû binçavkirin û piştî îfadeyê hatibû berdan. Lê belê ji ber dozgeriyê biryara zevtkirinê ya li ser dosyeya Kanbal betal nekiriye, dîsa hat binçavkirin.
Danê êvarî polîsan li Îskeleya Wapûrê ya Karşiyakayê Kanbal rawestand û ji ber biryara zevtkirinê ya der barê wî de nehatiye betalkirin dîsa hat binçavkirin û wî birin Navenda Polîsan a Çarşiyê ya Karşiyakayê.
Kanbal bi şev li qereqolê ma û wê îro wî sewqî Edliyeya Karşiyakayê bikin.