ŞIRNEX - E.A. der barê jehrkirina li Girtîgha Şakranê de agahî da malbata xwe û diyar kir ku S.M. û Y.Ş. ya xwestin wan jehrî bikin û sewqî girtîgehên cuda kirine.
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakrana Îzmîrê girtî ne, îdia kiribûn ku gîrtîya bî navê Y.Ş. bi hevkariya îdareya girtîgehê xwestiye wan jehrî bike. E.A. ya li Girtîgeha Şakranê girtî ye, der barê îdiayan de bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku yên xwestine wan jehrî bikin ne kesek, 2 kesan hewl dane wan jehrî bikin.
‘DIXWAZIN ME BIKUJIN’
E.A. ya 19 sal e di girtîgehê de ye, destnîşan kir ku jinên bi navê S.M. û Y.Ş. berî 2 mehan anîne gel wan. E.A. got ku S.M. û Y.Ş. bi amûrên guhdarkirinê re xistine girtîgehê û ev tişt got: "Ev her du jinên girtî wekî sîxûr şandine gelek girtîgehan. Van kesan jehr kirin nav xwarinên me û xwestin me bikujin. Lê ji ber ku me zûtirîn ferq kir, me mudaxaleyê wan kir. Piştî mudaxayeyê gardiyan hatin û her du girtî ji hundur derxistin."
‘PIŞTÎ BÛYERÊ ŞANDIN GIRTÎGEHÊN CUDA’
E.A. destnîşan kir ku piştî bûyerê her du jinên girtî sewqî girtîgehên cuda kirine û ev tişt anî ziman: "Em hîn bûn ku ew şandine girtîgehên cuda. Y.Ş. şandine gel hevalên me yên li Girtîgeha Gebzeyê. S.M. jî şandine girtîgeheke din. Lê şandine ku me agahî negirt. Me ji bo vê pêkanîna ku mafê me yê jiyanê binpê dike serî li gelek deveran da." E.A. aşkera kir ku hêj bersiv nedane serlêdanên wan û wiha axivî: "Ev êrîşeke li dijî mafê jiyanê ye, ev çi bewş e? Çima parastvanên mafên mirovan bê deng in? Divê her kes di vî warî de hişyar be."
‘DAYIKA 70 SALÎ GELEK NEXWEŞIYÊN WÊ HENE’
E.A. der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de jî agahî da, got ku her dem şertên wan diguherin û mafên wanên jiyanê tên binpêkirin. E.A. da zanîn ku di bin navê lêgerînê de bi ser koxûşên wan de digirin û wiha pê de çû: "Qedexeya li ser pirtûk û rojnameyan dewam dike. Mafên me yên derketin hewşê, hevdîtin û tenduristiyê tên binpêkirin." E.A. derbirî ku koxûşa ku ew lê ye, dayikeke 70 salî jî heye û ev axaftin kir: "Ji ber temenê wê yê mezin gelek nexweşiyên dayikê hene. Em di dîtina dermanên wê de zehmetiyan dikişînin."
‘4 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’
E.A. anî ziman ku 4 hevalên wan li dijî pêkanîna cilên yek tîp, êrîşên li ser Efrînê û tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, hefteyek e di greva birçîbûnê de ne û ev axaftin kir: "Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bi dorveger dewam bike. Lê ji ber van çalakiyan cezayê dîsîplîdê didin me. Divê hemû civak der barê binpêkirinên mafan de serwext bin."
ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ BERSIV NEDA PIRSÊN ME
Me der barê îdiayan de agahî ji girtîgehê xwest, lê rayedarên girtîgehê dan zanîn ku nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin beyî ku bên lêkolînkirin, tiştekî wisa avêtine holê û bersiv neda pirsên me.