WAN - Endamê Rêveberiya Tevgera Sulh û Edaletê Yakup Aslan, diyar kir ku polîtîkayên êrîşakar ên Abdulhamît, Osmanî parçe kirin û wiha axivî: “Erdogan îro heman polîtîkayan dişopîne. Ji bo Tirkiye parçe nebe, kurdan wekî gefekî nebîne.”
25 roj e Hêzên Çekdarên Tirk (TSK ) û komên girêdayê wê êrîşê Efrînê dikin. Endamê Rêveberiya Tevgera Sulh û Edaletê Yakup Aslan, operasyonên Efrînê nirxand û bi baybetî bal kişand ser komên OSO’yê.
Aslan, diyar kir ku berî şerê Sûriyeyê, OSO bi destê NATO’yê hat avakirin û wiha axivî: “OSO ji hin komên derveyî welat û serbazên artêkşa Baasê pêk tê. Cardin piştî rizgarkirina Reqqayê, çeteyên DAIŞ’ê beşdarî vê komê kirin. OSO’yên sûcên şer kirin, komkujî pêk anîn, bi destên îstîxbaratê wan dişînin şer. Wekî ku tê zanîn ne pêkan e ku mirov ji wan re bêje netewî û xwe cihî. Dê di serdemên pêşde OSO pirsgirêkên cidî ji bo Tirkiyeyê derxe. Di şerê li dijî Efrînê de bi kar anîna OSO’yê û cerdevanan, ne polîtîkayeke nû ye. Ji berê de jî ev polîtîka di dewrê de bû.”
‘LI 4 WELAT DIXWAZIN KURDAN BERDIN HEV’
Aslan, anî ziman ku polîtîkaya kurdan bi hev bidin kuştin armanca wan a sereke ye û li her çar parçeyên Kurdistanê ev di dewrê de ye û wiha got: “Di serdema Osmaniyan de jî Osmanî û Sasaniyan, Osmanî û Persan, Osmanî û Îranê gava şer dikirin, tim kurdên di sînorên xwe de bi kar tanîn. Mînak di şerê Çaldiranê de komên pêşeng kurd bûn û di serkeftina Malazgirtê de jî dîsa komên pêşeng kurd bûn. Dibe ku kurdan ev yek ji bo xwe wekî qehremanî îlan kiribe, lê ev polîtîkayekê dewletê bû. Dîsan di şerê Osamaniyeyê de hemû eşîrên kurdan hebûn. Bi taybetî di nava Alayên Hamîdiyeyê yên ji aliye Abdulhamît ve hat avakirin de, eşîretan pir leşker tev li şer kirin.”
‘DOSYAYÊN WAN ÊN SÛC PIR ZÊDE NE’
Aslan, bal kişand ser pevçûnên salê 90’î yên li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Gund şewitandin û talan kirin. Hemû mirov koçî bajaran kirin. En nexwestin koç bikin, an kirin cerdevan, yên qebûl nekirin jî gundê wan şewitandin. Divê pêvjoyê de gelek cerdevan beşdarî pevçûnan bûn û paşerojeke wan a pir qirêj heye. Ji bo van qirêjiyên xwe biparêzin, dê piştgiriyê bidin polîtîkayên Tirkiyeyê. Dosayayên sûc ên cedevanan pir zêde ne. Bi dehan dosyayên wan hene. Di hevdîtinên ku min bi sercerdevanan re kir de, dibêjin ‘9 dosyayên min ên cinayetê hene. Gava diçim gel dadger, dibêjim me ev ji bo welat kir. Min ji bo welatê xwe ev mirov kuştin.’ Ji xwe di qanûna herî dawî de jî ne mûmkine ku ev kes bên darizandin. Lê reva ji vê yekê ne pêkan e. Çawa ku nikarin kurdan li ser rûyê erdê paqij bikin, dê rojekê ev kes hesab van sûcan bidin.”
KOBANÊ BI BÎR ANÎ
Aslan, da zanîn ku li gel hemû êrîşan nekarin li Efrînê bi ser bikevin û wiha domand: “Divê ji Kobanê dersên baş derxin. Bajarê Efrînê di dîrokê de tu carî teslîm nebûye. Li gel hemû êrîşên cîhanê, dîsan jî teslîm nebû. Divê ji dîroka Efrînê dersan derxin. Hinek bajar hene, bi rastî ne pêkan e ku teslîm bên girtin. Herêmên ku YPG/YPJ li wir parastinê dikin, ne hêsan e ku bên dagirkirin. Vaye em Efrînê dibînin. Hêzên xwîn mij ên mirovan qetil dikin, bi dest xistina du giran, ji kêfa difirin. Ji wan wetrê Efrîn bi dest xistine. Ev derewek mezin e”
‘ERDOGAN POLÎTÎKAYÊN ABDULHAMÎT PÊK TÎNE’
Aslan, di dawiya axaftina xwe de got ku Erdogan û AKP îro polîtîkayên padîşahê Osmaniyan Abdulhamît pêk tîne û ev tişt got: "Namik Kemal sîgunê Magosa kir û Cemalettîn Afganî jî di Qesrê de bi jehrê kuşt. Pişt re bi polîtiyanên Osmaniya xwestin rum, ermenî, êzidî, sûryanî, ewlewî û kurdên dinava welat de ji holê rake.”
MA / Mujdat Can