HATAY - Şêniyên Taxa Tekebaşê ya Samandagiyê, ji ber riyên hatine kolandin û saleke nehatine sererastkirin bertek nîşanî şaredariyê dan û gotin: "Ji dêvla ku şaredarî xizmeta şêniyên taxê bike eziyetê dide wan."
Li Taxa Tekebaşê ya Samandagiya Hatayê, salek berê Şaredariya Samandagiyê ya CHP'î ji bo xetên avê ceryanê bên kişandin rê kolandin, lê belê salek di ser re derbas bûye hîn jî rê nehatine sererastkirin û şêniyên taxê jî bertek nîşanî vê yekê dan. Welatiyan bang li şaredariyê kir ku riyan çê bike û berpirsiyairya xwe bi cih bîne.
Şêniyê taxê Tarhan Yaşar bi lêv kir ku saleke rê nayên bikaranîn. Yaşar destnîşan kir ku havînê ji tozê û zivistanê jî ji heriyê mirov nikare di riyan de bimeşe û wiha axivî: "Ji dêvla ku şaredarî xizmeta şêniyên taxê bike eziyetê dide wan. Di dema hilbijartinê de ji ber deriyên gel naçin û dema hilbijartin jî diqede hew tên. Me gelek caran serî li şaredariyê da. Şaredar dibêje 'em ê çê bikin' lê me dixapîne û çê nake. Xwe li nebihîstinê datînin. Tenê daxwaza me ew e ku şaredarî riyên xera kiriye çê bike."
Şêniyên taxê yên din jî, gotin wan daxuyanî daye û piştî daxuyaniyê şaredar gotiye ew ê di nav 40 rojî de çê bikin û wiha gotin: "Lê belê salek derbas bû. Hîn jî riya me nehatine çêkirin. Şêniyên taxê mexdûr dikin."