Li Wanê hejmara pez kêm dibe

img

WAN - Yek ji bajarên hejmara pez lê zêde ye Wan e. Di salên dawî de hejmara pez kêm dibe. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Çandiniyê Hasan Ozgokçe, destnîşan kir ku ji bo sewalvanî ji nû ve pêş bikeve divê qedexeya li ser sewalvaniyê bê rakirin. 

Di 2 salên dawî de li bajarên herêmê di bin navê "Herêma Ewlehiya Taybet" de hema bêje hemû mêrg tên qedexekirin. Tevî vê zêdebûnê, buhayê êm û kayê jî hema bêje sewalvanî qedand. Yek ji van bajarên ku herî zêde ev rewş xwe dide der jî Wan e. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Çandiniyê ya Riya Armûşê Hasan Ozgokçe diyar kir ku li bajêr hejmara pez nêzî 2 milyon û nîvan e û dewar jî nêzî 200 hezar in û her diçe hejmara heywanan kêm dibe. Ozgokçe, destnîşan kir ku li gor xebatên ku ew dikin hejmara heywanan kêm dibe û domand: "Sedema sereke jî; mirov gundan diterikînin. Her diçe mirov ji jiyan gund dûr dikevin û ji ber vê jî sewalvanî û çandinî kêm dibe. Ji bo mirov li gundan bimînin divê binavaniya gundan bê sererastkirin. Divê kêmaniyên di warê ceryan, av, ocaxên tenduristiyê û dibistanan de bên temamkirin. Dibe ku bi vî awayî mirov li gund bimînin. Her wiha divê projeyên ku destekê didin cotkaran jî bên berpêşkirin." 
 
'DANEYÊN TUÎK'Ê NE RAST IN' 
 
Ozgokçe balê kişand ser buhayên êman û ev tişt gotin: "Dema maliyet zêde dibin buhayên goşt jî zêde dibin. Goştê îthal bandor li vê yekê kir. Daneyên TUÎK'ê ne rast in. Sedema ferqa di navbera daneyên TUÎK'ê û daneyên rasteqîn de, pirsgirêkên ku di warê guharkirina heywanan de ne. Yanî di navbera hejmarên rasteqîn ên heywanan û hejmarên heywanên qeydkirî de ferq heye. Cotkar heywanên xwe şer jê dikin lê belê ranagihînin rayedaran û dema ew heywan ji hejmaran neyê daxitsin wek ku hebe dixuyê. Hejmara heywanên heyî û yên li ser kaxezan qeyd kirî, li hev dernayên." 
 
'DIVÊ QEDEXEYA LI SER ZOZANAN BÊ RAKIRIN' 
 
Ozgokçe destnîşan kir ku ji bo dîsa sewalvanî bê zîndekirin ev tişt gotin: "Ev du salin ji ber qedexekirina zozanan xweşikî sewalvanî nayê kirin. Dema qedexe bên rakirin wê pez bi rihetî tev bigere. Wê mirov bi rihetî karibin heywanên xwe bibin zozanan. Lê dema di axuran de bin, maliyeta wan zêde dibe. Lê dema diçin zozanan maliyet kêmtir dibe. Tevî vê ji bo sewalvanî pêş bikeve divê dewlet bi awayekî cuda nêzî bajarê me bibe. Mesela li navçeya Payîzavayê, cureyeke miyan a bi navê Nordûz heye. Ji bo ev cure zêde bibe divê teşwîq ji bo cotkaran bên dayîn." 
 
Ozgokçe destnîşan kir ku li Wanê ji sê parên erd çandiniyê parek jê nayê avdan û wiha axivî: "Hejmara erdê ku tê çandin 374 hezar û 384 hektar e û yê ne avî jî 125 hezar û 450 hektar e. Ji bo ev erd bên avdan divê gol û cihokên avê bên çêkirin. Dema avdanî hebe wê cureyên li bajarê me jî zêdetir bibe. Wê qalîte û berdarî jî zêdetir bibe. Ji ber vê divê demildest çandiniya avî dest pê bike. Ji bo vê divê venerhênanî bên kirin. Dema avdanî bê kirin wê mirov jî ji çandiniyê qezenc bike." 
 
MA / Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e