COLEMÊRG - Li Colemêrgê xizmên girtiyan, diyar kirin ku ew ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên wan bê kirin û gotin: "Tişta dixwazin bikin ji bo hemû girtiyan zilm e."
Colemêrgiyan bertek nîşanî ferzkirina kincên yektîpî dan. Xizmên girtiyan destnîşan kir ku ev ferzkirin li dijî mafên mirovan e û ne ew û ne jî zarokên wan qethiyen ew ê vê sepandinê qebûl nekin. Cîhangîr Yaşa, bavê Ûgûr Yaşar ê 2 salin di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye wiha got: "Kurê min jî wekî her kesan girtiye. Em kincên yektîpî qethiyen qebûl nekin. Di serdema Kenan Evrende jî ji bo sepandinên bi vî rengî qanûn hatin derxistin. Lê belê wê rojê jî nehat qebûlkirin, wê niha jî neyê qebûlkirin. Em ji bo tu girtiyî jî yektîpiyê qebûl nakin. Em naxwazin mijareke wisa bê rojevê jî. Jixwe zarokên me di destên wan de ne, çi dixwazin dikin. Ya dixwazin bikin ji bo hemû girtiyan zilm e. Ev sepandin li dijî mafên mirovan e û bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Dayik Zumeyran Yaşar jî destnîşan kir ku di hevdîtina ku wan bi girtiyan kiriye de, sekna girtiyan zelal e û gotine qethiyen ew ê li xwe nekin. Yaşar bi lêv kir ku di vî warî de sekna wan a malbatan jî zelal e û got: "Em bang li malbatên din jî dikin. Em hemû xwedî li zarokên xwe derkevin. Em nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin."
Hayal Taş, dayika Dîndar Taş ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye, jî bi lêv kir ku ji ber li dijî ferzkirina yektîpî derketiye 3 hefteye nikare bi kurê xwe re hevdîtinê çê bike û wiha domand: "Ne kurê min, ne jî em vê ferzkirinê qebûl nakin. Ev zilm e. Qethiyen em ê nehêlin wan kincan li zarokên me bikin. 3 hefte ye nahêlin em bi kurê xwe re hevdîtinê çê bikin û her wiha destûra gerîna telefonê jî nayê dayîn. Di hevdîtina me ya dawî de gotin çi dibe bila bibe ew ê li xwe nekin. Em ê jî heta dawiyê li pişt vê biryara wan bin."