* Yek ji wan bajarên ku hejmara pez lê zêde ye Wan e. Her diçe hejmara pez kêmtir dibe. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Çandiniyê Hasan Ozgokçe, destnîşan kir ku ji bo sewalvanî ji nû ve pêş bikeve divê qedexeya li ser sewalvaniyê bê rakirin.
* Li Colemêrgê xizmên girtiyan, diyar kirin ku ew ê nehêlin ku kincên yektîpî li zarokên wan bê kirin û gotin: "Ya dixwazin bikin ji bo hemû girtiyan zilm e."
* Şêniyên Taxa Tekebaşê ya Samandagiyê, ji ber riyên hatine kolandin û saleke nehatine sererastkirin bertek nîşanî şaredariyê dan û gotin: "Ji dêvla ku şaredarî xizmeta şêniyên taxê bike eziyetê dide wan."
* Rojnameger Îbrahîm Coşkun ji ber ku di maşîneya wî de rojanameya Ozgurlukçu Demokrasî derket, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin, dê di 23'yê Sibatê de derkeve pêşberî dadger.
* Endamê Rêveberiya Tevgera Sulh û Edaletê Yakup Aslan, diyar kir ku polîtîkayên êrîşakar ên Abdulhamît, Osmanî parçe kirin û wiha axivî: “Erdogan îro heman polîtîkayan dişopîne. Ji bo Tirkiye parçe nebe, kurdan wekî gefekî nebîne.”
* Jinên li Mêrsînê tev li perwerdehiya Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) dibin, diyar kirin ku ew li vir mafê xwe fêr dibin û baweriya wan a li hemberî wan zêde dibin.
* E.A. der barê jehrkirina li Girtîgha Şakranê de agahî da malbata xwe, aşkera kir ku S.M. û Y.Ş. ya xwestin wan jehrî bikin, sewqî girtîgehên cuda kirine.
* Endamê Meclisa DBP'ê Mehmet Eşref Mamedoglu, aşkera kir ku gelek navên di ser dema DBP'ê de li park û baxçeyan kiribûn, piştî şaredariyên wan hatin xespkirin, qeyûman navê park û baxçeyan guhertine. Mamedoglu aşkera kir ku heke ew şaredariyan careke din qezenx bikin dê wan navan careke din lê bikin.
* Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan û banga yekitiya neteweyî kirin û ev tişt gotin: "Ev şer tenê ji bo qoltix û qesrê hatiye destpêkirin. Zarokên me ji bo çi jiyana xwe ji dest didin? Tu sedem tune."
* Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, aşkera kir ku ew wekî gelê Qibrisê piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û ev tişt got: "Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê pirsgirêka Qirbisê jî çareser bibe."
* Wekîla Partiya Demokratên Civakî ya Swêdê Emilia Toyra, ji bo tev li kongreya HDP'ê bibe hat Tirkiyeyê. Toyra aşkera kir ku di 2 hefteyan de li Tirkiyeyê 600 kes hatine binçavkirin û ev tişt got: "Min cara ewil ji zexteke wiha re şahidî kir."
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2017'an a Herêma Başûr Rojhilat û Rojhilat" amade kiriye, dê li avahiya xwe bi daxuyaniyekê parve bike. (12.30) BI DÎMEN E
* Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ji ber daxuyaniyên ku dane çapemeniyê û xebatên partiya siyasî heta 23 salan der barê wê de ceza tê xwestin. Dê danişîna dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike. (10.00)
* 23 kesên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Amedê de di 31'ê Kanûna 2015'an de tev li meşê bûn û endamên "Însiyatîfa Ez Dimeşim Aştiyê" yên ji Bodrumê hatin Amedê û piştgirî dan çalakiyên, der barê wan de doz hat vekirin û dê danişîna dozê ya biryarê îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (14.00)
* Danişîna doza Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak û kesên din ên ji "Doza Medyaya Hewldana Derbeya-FETO'yê" tên darizandin, dê li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Konfederasyona Sendîkayên Kekdarên Şoreşger (DÎSK), dê 51 saliya xwe li ber avahiya Navenda Giştî ya Telekoma Tirk bi karkerên Kod A yên ji ber mafên sendîkayê ji kar hatin avêtin re pîroz bike. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, dê pêkanîna cilên yek tîp li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar bike. (18.30)
* Di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga HDP'ê ya Amedê de teqîn pêk hatibû, doza der barê komkujiyê de hat vekirin, dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.
* Dê geşedanên der barê operasyona Efrînê de bên şopandinr.
* Plaforma Jinan a Edeneyê, ji bo êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 3 salî şermezar bike, dê li avahiya ÎHD'a Endenê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)