EFRÎN- Êrîşên TSK'ê û OSO'yê yên li dijî gund û navçeyên Efrînê di roja 23'yan de dewam kir. Di êrîşê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê OSO'yê 23 roj e ji hewa û bejahî ve êrîşê Efrînê dikin. Di êrîşa qesideyan a saetên êvarê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Welatiyên birîndar ên rakirin nexweşxaneyê, aşkera kirin ku li Zirê Zeytûnan êrîşê wan kirine.
Welatiyên di êrîşa topan de birîndar bûn, navên wan wiha ne:
- Husên Elo ji gundê Dimiliya ya girêdayî navçeya Recoyê ye, di êrîşa bombeyan a li dijî gundê Emarayê de birîndar bû.
- Welatiyê ereb Mihemed Şermox di heman demê de penber e û di êrîşa li dijî gundê Emarayê de di mal de birîndar bû.
- Demhat Elo ji gundê Dimilya ye û di êrîşa li dijî gundê Emarayê de birîndar bû.
- Mehemed Ehmed Behrî yê 47 salî ji gundê Şêxwîtkayê ye û di bombebarana li dijî Efrînê birîndar bû.
- Husên Siliyman Hesen ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê.
- Kalemêrê 70 salî Mihemed Reşo Horo ji gundê Serîncekê ya navçeya Şera ye û di TSK'ê û komên girêdayê wê de birîndar bû.
- Esya Şêx Murad a 63 salî di encama êrîşa topan de birîndar bû.
- Ehmed Kindê ji gundê Hemamê ye û di êrîşa TSK'ê û komên girêdayê wê de birîndar bû.