EFRÎN –Li gundê Qude yê navçya Racoyê balifireke keşfê ya aydê TSK'ê hat xistin. Piştî balafir hat xistin dimenên we hatin belav kirin.
Piştî li Efrînê helîkoptera ATAK a aydê TSK'ê hat xistin, îro jî Balafireke Bê Mirov hat xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê aşkera kir ku balafira keşfê li gundê Qude ya navçeya Recoyê hatiye xistin. Piştî agahiyên xistina balafirê li ser malperên înternetê hat weşandin, dîmenên balafira ketî jî derketin holê.
SEROKOMAR ERDOGAN SÎHA ÎMZE KIRIBÛ
Serokomar Erdogan di 3'yê Sibatê de çûbû 14'emîn Fermandariya Baregeha Pergala Firandina Balafirên Bê Mirov a li Êlihê. Erdogan montê pîlotan ê forsa serokomariyê li ser bû li xwe kiribû, ji navenda tevgera baregehê ji rayedaran agahî girtibû û SÎHA îmze kiribû.