ENQERE -Remza Rêxistina Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid, operasyona Efrînê wek "dagirkeriyê" pênase kir û got hikûmetên Îsraîl û Tirkiyeyê li hemberî gelê Filîstînê û kurdan, heman polîtîkayên serweriyê disepînin.
Remza Rêxistina Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid ku di salên 1970'yî de di nav çalakiyên revandina balafiran de û gelek çalakiyên din de cih girt û bû remza Filîstînê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. Xalid wek endama Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê û Rêveberiya Netewî ya Filîstînê tev li Kongreya Mezin a 3'yemîn a HDP'ê bû. Di dema xwarinê ya piştî kongreyê de em bi Xalidê re peyivîn. Xalid destnîşan kir ku coşa kongreyê bandoreke mezin lê kiriye û got: "Di serdemeke ku gelek endamên wê di girtîgehê de ne, lidarxistina kongreyeke bi vî rengî tiştekî muazam e." Her wiha Xalid got: "Çimkî ev yek nîşan dide ku hemû partî bi çewisandina re rû bi rû ye. Lê belê kesên ev yek organîze kirin xwe gihandin gel û kongreyê veguherandin referandûmekê."
‘KURD JÎ, FILÎSTÎNÎ JÎ ÇEK HILGIRTIN ÇIMKÎ EM GELÊN BINDEST IN'
Xalid, di axaftina xwe ya dema kongreyê de gotibû polîtîkayên ku Îsraîl û Tirkiye disepînin û tiştên ku gelê Filîstînê û kurd bi wan re rû bi rû mane dişibin hevdu. Xalid wiha behsa wan tiştên şibandin hevdu kir: "Serwerî serwerî ye. Li her derê cîhanê dişibe hevdu. Riya HDP'ê riyeke aştiyane û demokratîk e. Ji bilî vê gelê kurd çek hilgirtiye. Ji bo me jî heman tişt heye. Me jî çek hilgirt, hîn jî kurd li dijî dagirkeriya ku didome çekê hildigirin. Çimkî em gelên bindest in; em tim bi çewisandinan re rû bi rû mane. Herdu gel jî bi polîtîkayên ku Îsraîl li ser me disepîne, polîtîkayên Tirkiye li ser kurdan disepîne re rû bi rû ne. Komkujiyan pêk tîne, aktivîstan digire, niha bi hezaran mirov girtîne. Îsraîl jî heman tiştî li ser gelê me pêk tîne."
‘BAWERIYA ME BI TIRKIYEYÊ NAYÊ’
Xalîd, da zanîn ku ew peyamên hikûmeta Tirkiyeyê yên wekî “Em li gel gelê Fîlîstînê ne” yên ji bo raya giştî dan samîmî nabîne û wiha domand: “Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê bi hev re hene. Tirkiye behsa piştgiriya xwe ya Fîlîstînê dike. Lê têkiliya Îsraîl û leşkerên wê bi hev re hene. Divê qeydên xwe ji Îsraîlê bibire. Ên ku li dijî dagirkeriyê piştgiriyê didin gelan, tim têkiliyên xwe ji desthilatdaran qut kirine. Têkiliyên leşkerî yên Tirkiyeyê bi Îsraîlê re hene. Ev di asta herî jor de ye. Piştî komkujiya Mavî Marmarayê, li şûna ku hikûmeta Tirkiyeyê balyozxaneya xwe paşve bikêşanda, bila hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê qut bikira. Hîna jî pîlotên leşkerî yên Îsraîlê li Tirkiyeyê perwerdê dibînin. Ger dixwazin piştgiriyê bidin me, divê destpêkê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut be. Em vê yek baş dizanin û baweriya me bi gotinê wan nayê.”
‘EV DAGIRKERIYE’
Xalîd, destnîşan kir ku bi hefteyane operasyonên TSK’ê yên li ser Efrînê di rojeva Rojhilata Navîn de ye û wiha domand: “Ev operasyona dagirkeriyê ye. Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike. Berî her tiştî çi karê Tirkiyeyê li Sûriye heye? Çima? Di encamê de Sûriye welateke cîran e. Berî şer û krîzê Sûriyeyê deriyên xwe ji Tirkiyeyê re vekirî bûn. Niha jî leşkerên Tirk bi artêşa xwe re li Sûriyeyê şer dike. Mafekê wî yê wisan tune ye. Dibêjin ew li dijî terorê têdikoşin, lê li wir ew bi xwe terorîst e. Ji ber ku hiqûqa navneteweyî îhlal dike, desthilatariya Sûriyeyê îhlal dike û niha jî sivîlan qetil dike. DAIŞ û El Nusra êrîşî gelan dikin. Em weke Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê şermezar dikin.”
‘ERDOGAN DIXWAZE XWE BIKE SULTAN’
Xalîd rexneyên tund li polîtîkayên hikûmata AKP’ê yên li Rojhilata Navîn kir û domand: “Tirkiye dixwaze xwe li Rojhilata Navîn hêzdar bike. Ji Iraqê heta Misirê û herêma di navberê de dimîne. Tirkiye dixwaze demografiya xwe berfireh bike. Di heman demê de ji polîtîkaya Îsralê ya Rojhilata Navîn re dibe alîkar. Niha jî hedefa wan esil ew e ku Sûriyeyê dabeş bike.
Tirkiye para xwe dixwaze. Çimkî Erdogan dixwaze bibe sultan û dixwaze Tirkiyeyê veguherîne Împartatoriya Osmaniyan. Em difikirin ku ev li paş maye û tev li nava dîrokê bûye. Li gel van tiştan jî dixwaze kurdan têk bibe û li wan dide. Li Kobanê jî heman tişt pêk anî. Lê Erdogan di heman demê de gelek cihan bi dest bixe û parek zêde ji bixe bin kontrola demografya xwe. Dixwaze aboriya Tirkiyeyê dewlemend bike û xwe wek kesekî ku tenê dikare pirsgirêka kurd çareser bike nîşan dide. Li gorî nêrîna xwe li derveyî sînor para xwe hilde û li Tirkiyeyê jî kurdan bieciqine.”
Xalid têkildarî gelên bi bêdaletî, taeakum û dagirkeriyê re jî rû bi rû mane jî ev tişt gotin: “Her tim ji bo mirov li derdora xwe binêrin em bang dikin. Cihê bêdedaletî, tehakum, dagirkerî û mêtingerî lê hebe piştgiriyê bidin hev û xwedî li hev derkevin. Divê piştgiriya xwe ya ji bo hev mezintir bikin. Tenê bi axaftinan ev kar nabe. Divê di heman demê de çalakiyan jî bikin. Ji ber vê yekê cihê ku lê edalet tune be ez jî dikarim li wir têkoşînê bidim meşandin û di nav de cih bigirim. Çimkî divê edalet li her deverê hebe. Divê tenê ne ji bo me, ji bo hemû mirovan edalet hebe.”