EDENE – Sedat Keser li Edeneyê zarokek 3 salî îstîsmar kir. Piştî îstîsmarê zaroka 3 salî rakirin nexweşxaneyê û talûkeya li ser jiyana wê didome. Zaroka 3 sali li beşa rewşa xeter a nexweşxaneyê tê dermankirin.
Di 10’ê sibatê de li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê di dawetekê de Sedat Keser li kolanê îstîsmarî zaroka 3 salî kir. Zarok rakirin Beşa rewşa xeter a Nexweşxaneya Balcali ya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê û li vir dermankirin didome. Hat zanîn ku talûkeya jiyanî ya zarokê dewam dike.