SILÊMANÎ - Mamosteyên li Silêmaniyê li dijî destwerdana hizbî li navendên xwendinê dest bi çalakiyan kir.
Mamostayên Silêmanî li Kolana Salîm a li navenda Rêveberiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê kom bûn û ber bi Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê de meşiyan. Mamostayên tevlî xwepêşandanê bûn, diyar kirin ku ev xwepêşandana wan li dijî destwerdana hizbî ya li navendên xwendin û zext xistina li ser mamostayan ji bo şikandina boykotê ye.