RIHA – Polîsan avêt ser mala şînê ya şîna Adil Samûrê ku li Efrînê jiyana xwe ji dest da lê hat danîn. Di avêtina ser mala şînê de polîsan kal, bav û apên Samûr bin çav kirin.
Li Taxa Misgercerk a Pirsûsa Rihayê polîsan avê t ser mala şînê ya şîna Adil Samûr ê li Efrînê jiyana xwe ji dest da lê hat danîn. Di şînê de polîsan kalê Adil Samûr Cindî, bavê wî Mehmet, apên wî Mahmût, Kadîr û Mûrat Samûr binçav kirin.
Her wiha malbatê got ji bo şîna xwe deynin wan ji qeyûm mala şînê xwestiye, lê belê qeyûm mala şînê nedaye û piştî destûra mala şînê ya li taxê jî nehatiye dayîn, wan li malê şîna xwe daniye.