COLEMÊRG - Li Geverê du wesayîtên polîsan li hev qelibîn. Di qezayê de polîsek mir û 2 jê jî birîndar bûn.
Li Gevera Colemêrgê du wesayîtên polîsan ên dewriye digeriyan li hev qelibîn. Di qezayê de polîsek mir û 2 polîs jî birîndar bûn. Wesayîtên polîsan ên duh danê êvarî li ser riya Colemêrg-Wanê dewriye digeriyan li hev qelibîn. Di qezayê de polîsek mir û 2 polîs jî birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.