AMED – Rojnameger Ferhat Parlak, piştî nûçeya “Li Şaredariya Farqînê îdiaya nelirêtiyê” weşand, Qeyûmê Farqînê gilîyê Parlak kiribû û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozger, piştî lêpirsînê biryara ne şopandinê da û nûçe di çarçoveya azadiya çapemeniyê de nirxand.
Di 16’ê tebaxa 2015’an de Rojnameya Sîlvan Mucadele ya Ferhat Parlak li ser biryara dadgehê hat girtin. Parlak li gel rojnameya wî hat girtin jî dev ji pîşeya xwe rojnamegeriyê berneda û nûçeyên li navçeyê çêdike li ser medya civakî parve dike. Rojnameger Parlak hemû nelirêtiyê qeyûmê Şaredariya Farqînê ku di heman demê de qeymeqamê navçeyê Adem Çelîk kir nûçe. Parlak di 3’ê tebaxa 2017’an de nûçeya bi sernavê “Li Şaredariya Farqînê îdiaya nelirêtiyê” weşand. Vê nûçeya nelirêtiyê di di raya giştî de deng veda û gelek malperên nûçeyan, ajans û rojnameyan weşandin. Qeyûm der barê Parlak de serî li Serdozgeriya Komarê ya Farqînê da û giliyê sûc kir. Qeyûm îdia kir ku rojnameger Parlak sûcên wek “Saziya cemaweriyê û rayedarên wê reş kiriye”, “Îtîbara cemaweriyê pelixandin” û “Baweriya pergala cemaweriyê lewazkirin” kiriye û xwest ji bo tazmînata maddî û manewî bê mehkûmkirin.
DOZGER GILÎKIRINA DOZGER ‘RAZBER’ DÎT
Serdozgeriya Komarê ya Farqînê giliyê sûc hilda lêkolînê û der barê Parlak de ji sûcê “îftîra” lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên Parlak girt. Dozgeriyê di 8’ê sibata 2018’an de lêpirsînê temam kir û der barê Parlak de biryara ne şopandinê da.
Di biryarê de giliyê sûc ê qeyûm hat bibîr xistin û ev tişt hat gotin: “Bersûc di çarçoveya azadiya çapemeniyê de mafê xwe rexenekirinê bikar aniye. Sûcên ser xwe qebûl nekiriye. Di encama hewldana tahkîkatê de delîl, agahî û belge hatin destxistin. Îdiayên razber li ser bersûc xuya dikin. Li gorî van belgeyan hat dîtîn ku hewcehî bi vekirina dozê tune ye.”
Dozgeriyê bi biryara aşkere kir re nelirêtiya şaredariyê jî wek nixûmandinê qebûl kir.
'DERKET HOLÊ KU NÛÇEYA MIN NE DEREW BÛ’
Rojnameger Parlak biryarê nirxand û got: “Bi biryara dozgeriyê re carek din hat fêmkirin ku nûçeya min ne derew bû. Ya rastî ew e ku di îhaleyê de nelirêtî hatiye kirin.”