Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe

  • rojane
  • 10:01 12 Sibat 2018
  • |
img
HATAY - Rojnameger Ferhat Aktaş, diyar kir ku şerê li Sûriyeyê ber bi dawî ve diçe, lê ji ber ku qada manewra ya Tirkiyeyê nemaye, ligel Rûsya û Îranê jî dê nekare hebûna xwe ya derveyî sînor bidomîne û wiha got: “Operasyona Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê ne hêsan be û ligel êrîşên AKP’ê yên zêde jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe.”
 
Operasyonên Hêzên Çekdarî yên Tirk  (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 24’an de jî ber dewam dikin.  Bi xistina balafirên Rûsya û Îsraîlê yên li Sûriyeyê hişt ku li herêmê tansiyon rabe. Rojnameger Ferhat Aktaş ê ji nêz de pêşketinên li Sûriyeyê dişopîne, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û bûyerên li Sûriyeyê tên jiyîn nirxandin. Aktaş, diyar kir ku li Îdlîbê şerê wekalet tê jiyîn û wiha axivî: “Hêza  El Nusra li Îdlîbê bi bandore. Komên ji herêmên Ozbekîstan, Çeçenîstan û Uygurê yên El Kaîdê, anîne bajaroka Cîsr-î ya 20 kîlometre dikeve rojhilatê sînorê Hatayê. Sînorê Îdlîb û  Hatayê dibin kontrola El Nusra deye. Ji deriyê Cîlvegoz heya Keleya Samaan a li Derat Îzze û ji wir jî heya Çiyayê Cebel Bereket û sînorê Îdlîb-Efrînê çeteyên El Nusra-HTŞ bi bandorin. Konvoya TSK’ê ya xwest divê sînorî re bikeve Efrînê ji aliyê Ajansa Nûçeya ya ÎBA ya El Nusra ve hat şopandin.”
 
‘ŞERÊ WEKALETÊ BI DAWÎ DIBE
 
Aktaş, anî ziman ku li gorî ajandeya AKP’ê projeya avakirin Îhvanîsteke biçûk ya li Îdlîb-Efrîn-Ezaz û El Babê heye û wiha got: “Dixwaze bi vê yekê polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê têkçûyîn, ji nû ve zindî bike û li sahayê hin destkeftiyan bi dest bixe. Lê nikare ne li Îdlîbê û ne jî li Efrînê daîmî bimîne. Êdî şerê wekaletê yê Sûriyeyê bi dawî dibe.” 
 
'HEWLDANA TIRKIYE YA DERVEYÎ SÎNOR DÊ DOM NEKE'
 
Aktaş, da zanîn ku dê di salên 2018-2019’an de Şam mijara Îdlîbê bi awayekê giştî çaresre bike û wiha  bilêv kir: “Ji ber ku qada manewra ya Tirkiyeyê nemaye, ligel Rûsya û Îranê jî dê nekare hebûna xwe ya derveyî sînor bidomîne. Li Sûriyeyê guhertina rejîmê êdî mijara gotinê ye. Polîtîkayên AKP’ê yên Sûriyeyê, mîna navbeynkariya siyaseta hûndir bikar tîne. Lê dê nikare berpirsiyartiya komên lejyoner ên kom kiriye rabike.” 
 
'DÊ NE HÊSAN BE'
 
Aktaş, bal kişand ser operasyona li dijî Efrînê û wiha pê de çû: “Raydaran digotin dê çend rojan de bikevin Efrînê û ji wir jî dê yeha Minbiç, Kobanê, Reqqa û Hesekê biçin. Ev gotin û pratîkên wan ên ji hev nagirin, dê her tişt ne hêsan be û encamên neyênî bi xwe re bîne. Em nikarin behsa pêşdeçûneke startejîk bikin.”
 
‘ATME DI KONTROLA HTŞ  Û EL NUSRA DE YE' 
 
Aktaş, di dewama axaftina xwe  de wiha got: “Cara yekemin sala 2014’an, min Qempa Atme ya li ser sînor Bukulmez a Reyhanliyê kir mijara nûçeyê û nûçeyeke bi ser navê ‘Deriyê razdar ê ji bo El Kaîdê’ nivîsand. Qempa Atme di salên 2011 û 2012’an de hat  avakirin. Di vê qampê alîkariya mirovî  û  lojîstîkê ji bo çeteyên OSO, El Nusra, DAIŞ û Ahrar’uş Şam tên dayîn. Qampeke din a bala raya giştî nakêşe qempa Kemmure ya li Cilvegozê ya ser sînorê Bab el-Hava hatiye avakirine.  Berî do sana qampa Kemmur hat avakirin. Bi giştî endamên çeteyên selefî-cîhatçî yên ji navenda Helebê, li vê qampê kom bûne. Tê gotin ku çeteyên Ahrar’uş Şam ên li vê qampê dijîn, beşdarî êrîşên li ser Efrînê dibin.”
 
PROJEYA AKP’Ê TÊK ÇÛYE
 
Aktaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye piştî AKP’ê ji bo pirsgirêkên AKP’ê afirandin derbas bike dê pêvajoyeke bi krîz derbas bike. Şerê Sûriyeyê ligel hemû êrîşên Erdogan û hikûmeta wê AKP jî, ber bi dawî ve diçe. Êdî projeya hikûmeta AKP’ê têk çûye û ne mûmkîne dirêjtir ber dewam bike.”

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e