MANÎSA - Dozgerê îdîanameya derbarê 6 kesên bi îdîaya “Bi fermana rêxistinê” beşdarî daxuyaniya Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê bûn amade kir û bi îdîaya ala Gana ala PKK’ê yê kir mijara sûcdariyê. Di îdîanamê de, derbarê 6 kesan de 60 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Îdîanameya Celal Aydin, Berfîn Çelebî, Bêrîvan Adlim, Mehmet Gunhan, Mehmet Alî Cengîz û Sabrî Yildirim ên di 15’ê Sibata 2017’an de li Manîsayê hatin girtin, ji aliye 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsa ve hat qebûl kirin.
Di îdîanayema ji bo 6 kesan hat amadekirin de, bi îdîaya “Endamê rêxistinê” ji 5 salan heya 10 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Di îdîanameya 10 rûpelî de behsa avakirin û binesaziya rêxistinê tê kirin. Doza 6 kesan dê di 24’ê Gulanê de bê dîtin û dinava îdîayên derbarê 6 kesan de ala Gana jî weke ya PKK’ê hatiye îdîakirin û sûc hatiye dîtin.
HÊMANÊN SÛC NEDÎTINE…
Cardin di îdîanameyê de şermezarkirina kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, rojname û pirtûkên di malên 6 kesan de hatin desteserkirin sûc hatine dîtin. Dîsan di îdîanameyê de ala Gana ya welatê Rojavayê Afrîka jî bi îdîaya ala PKK’ê ye sûc hatiye nîşandan.
MA/ Ahmet Kanbal