STENBOL - Yek ji hunermendên NÇM’ê Talat Yeşîl, xwest hemû kes li dijî êrîşên ser Efrînê li ber xwe bidin û wiha got: “Divê hunermend bi enstrumana xwe, nivîskar bi pênûsa xwe, sînemager bi kameraya xwe û reqsvan jî bi reqsa xwe berxwedanê nîşan bidin.”
Di roja 24’emîn de jî êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin. Hunermendên di berxwedana Kobanê de Peyanerên Hunermendên Azad ava kirin, li ser xeta sînor bi gelê Kobanê re ketin nava piştevaniyek mezin. Hunermendan, diyar kirin ku divê ji bo Efrînê jî bi heman ruhî piştevanî bê avakirin û bang li raya giştî kirin ku bêdeng nemîn in.
‘DIVÊ EM XWEDÎ EFRÎNÊ DERBIKEVIN’
Yek jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Çiya, diyar kir ku ligel hemû êrîşan divê ew xwedî Efrînê derbikevin û wiha axivî: “Divê hîn zêdetir em xwe bi rêxistin bikin û li kêleka gelê mezlûm cih bigirin. Divê hunermend xwe di ber çavan re derbas bikin. Em hunermendên li kêleka hikûmetê cih digirin û piştgiriyê didin şer, rexne dikin.”
‘DIVÊ HUNERMEND XWE BERPIRS BIBÎN IN’
Çiya, da zanîn ku wan dijwariya şerê li Kobanê dîtin û wiha bilêv kir: “Derbarê wê de me afirîneriya xwe ya hunerê derxist holê. Divê herî zêde hunermend xwe berpirsyarê vê pêvajoyê bibînin. Şer jiyana mirovan tune dike û wêranbûnê bi xwe re tîne. Divê em vê bi dengên bilind bînin ser ziman.”
‘ENSTRUMANÊN DESTÊN ME DE DIVÊ BIBIN ÇEK’
Hunermend Talat Yeşîl jî, diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Efrînê gel li ber xwe bide û wiha axivî: “Divê hunermend bi enstrumana xwe, nivîskar bi pênûsa xwe, sînemager bi kameraya xwe û reqsvan jî bi reqsa xwe berxwedanê pêşan bidin. Argumanên pîşeyî yên destên me divê bibin çekên me yên berxwedanê. Tu ewlekariya van êrîşan tuneye. Ev pirsgirêkek pergaliye. Şerê dinavbera pergala kapîtalîzm û gelan deye. Li aliyekê hêzên hegemonîk bi çek û teknolojiya herî giran êrîşî gelan dike û li aliye din jî gelekê ku bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide. Di cewherê hunermendîtîyê de mûxaliftî heye. Gel demarê sereke yê hunerê ye. Gava ku ji gel qût bû, tişteke yek tîpî derdikeve holê. Divê hunermend komkujî û hêstirên dibîne bike stran û fîlm. Divê hemû hunermend dengên wijdanê xwe bibîhîsin û li dijî şer bêjin êdî bese.”
‘BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ EM LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’
Yek ji hunermendên Weqfa Lêkolîn a Çand û Hunerê ya Estetîk a Perwerdeya Zanîst (BEKSAV) Înan Soke jî, anî ziman ku divê armanca hunermendan li ser navê gel huner ava kirin be û wiha axivî: “Em bi dirûşmeya ‘Ji bo civakê huner, ji bo mirovahiyê zanist û ji bo azadiyê polîtîka’ hilberîn dikin. Di çarçoveya dirûşmeya xwe de em çûn Kobanê û me li wir cih girt. Gelek ronakbîr, nivîskar û hunermend hatin wir û me Peyanerên Hunermendên Azad avakir.”
‘EM NECARIN KU DENGÊN XWE BILIND BIKIN’
Soke, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em karibin bêjin em li dijî şerê Efrînê ne. Divê ronakbîr, nivîskar û hunermend bên gel hev û gotinên xwe bêjin. Em neçarin ku dengên xwe bilind bikin.”