STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê û diyar kir ku ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd e û plana serîtewandiyê ye.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît, berî ku der barê wê de biryara binçavkirinê bê derxistin, der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê de axivî. Koçyîgît aşkera kir ku pêvajoya Şoreşa Rojava û Kobanê, di dalanên (dehlîz) Tirkiyeyê de tirs vekiriye, hişmendiya dewletê ya dijberî kurd, tehemula statuya kurdan nake û ev tişt got: "Hişmendiya Îttîhat Terakkî ya dîroka Komara Tirkiyeyê ya100 salî, ji bo destkeftiyên li Rojava asteng bike, li gorî xwe teqes divê tiştekî bike û bi mutabaqatekî li hev kirin. Ev mutabaqat jî ewe plana serîtewandinê ya derveyê welat xistin dewrê. Plana li hundurê welat ew bû, bajaran dirûxîn, qeyûman tayînî şaredariyan kirin, dest datînin ser her tiştî. Piştre jî berê xwe dide parçeyên Kurdistanê yên din. Destpêkê PYD wekî 'rêxistina terorîst' îlan kir. Berxwedana li Rojava rewa nabîne, got ku Efrînê 'Gefan li ewlehiya me dixwe' û operasyon da dest pê kirin. Tişta li vir dike armanc, destkeftiyên kurdan e. Ji vê re tehemul nake."
'DITIRSIN KU TEVGEREK WEKÎ GEZIYÊ DEST PÊ BIKE'
Koçyîgît destnîşan kir ku kesên li dijî êrîşa Efrînê derdikeve, êrîşên leşkerî qebûl nake, li dijî wan operasyon dane destpêkirin û wiha pê de çû: "Ev jî dide nîşan ku êrîşa li dijî Efrînê çiqas neheqe û derveyê hiqûqê ye. Tu aliyê wê yê rewa yê vê êrîşê tune. Ev operasyona di bin navê ewlehiya welat de tê meşandin, neheqe û ji bo bertekên li dijî vê bitepisînin, her tiştî qedexe dikin. Ji tevgereke wekî ya Geziyê ditirsin. Daxuyaniya herî naîf jî desthilatdariyê aciz dike û dixe nava tirsê."
'HELWESTA CHP'Ê ME ŞAŞ NAKE'
Koçyîgît sekna CHP'ê ya li gel AKP-MHP'ê jî nirxand û eşkere kir ku ev wan şaş nake û wiha axivî: "Tenê em du salên sekna CHP'ê mêze dikin, em dikarin bi rihetî bêjin ku bûye darê binçenga desthilatdariyê. Ev bi vekirî di êrîşa li dijî Efrînê de daniye holê. Carnan jî di 7'ê Hezîranê de bi desthilatdariyê re bû yek, hilbijartin dubare kir. CHP wekî muxalefet xwe dide nîşan lê bi mutabaqata kûr a dewletê re li hev kirin û bûn parçeyekê wê. Ji xwe dema navçe dihatin bombekirin, qeyûm tayînê şaredariyan dikirin û sivîl dihatin qetilkirin, me yek bertek ji CHP'ê nebihîst. Helwesta CHP'ê me şaş nake."
Koçyîgît diyar kir ku CHP ji girseya xwe cudatir, partiya dewletê ye û ev tişt got: "Beşeke dil dane CHP'ê, piştî CHP'ê di nav eniya dijî kurd de cih girt, ji ber vê qet ji sekna wê şerm nekirin heye û ev bi zelalî xwe dide nîşan. Diviya bû CHP'ê îro li gel kurd, sosyalîst, demokrat, karker û gundiyan cihê xwe bigirta, sed mixabin li gel dewletê, desthilatdariyê cihê xwe girtiye. Di heman demê de ji van hemû pêkanînên antî demokratîk jî berpirsyar e. Divê ev wiha bê xwendin. Em dizanin ku hemû girseya CHP'ê operasyona li dijî Efrînê qebûl nake. Divê ev beşa demokrat a CHP'ê li dijî rêveberiya niha dengê xwe derxe."
'DÊ ŞERÊ EFRÎNÊ BIBE DÎROK'
Koçyîgît li ser helwesta hêzên navneteweyî jî rawestiya, got ku helwesta Rûsya, Amerîka û rejîma Sûriyeyê ya li dijî kurdan kaxizê tûrnûsolê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye jî di nav de, ev dewletên heyî pirsgirêka wan bi paradîgma û pergala ku kurd dixwazin avakin re heye. Bi rastî jî naxwazin li Bakurê Sûriyeyê paradîgmaya azadiya jinê û ekolojîk, demokratîk bi pêş keve. Dîsa bi heman şeklî DYA jî kurdan li dijî îranê wekî hêzeke leşkerî dibîne. Ji bo wê jî dixwaze kurdan bîne ser xeta xwe û bi kar bîne. Dema kurd nehatin van hemû lîstikan, vê carê jî polîtîkaya terbiyekirinê xist dewrê. Di nava ew qas aqilê navneteweyî, têkilî û nakokiyan de kurd bi hêza xwe ya cewherî têkoşîna xwe ya mafdar û rewa dimeşînin. Em bawer dikin ku dê Şerê Efrînê jî di vî warî de dîrokê binivîse. Li Efrînê mirovahî, jin û jiyan li ber xwe dide. Ev berxwedan tenê kurdan nagire nava xwe, hemû bawerî, gel, meshebên cuda jî digire nava xwe. Ji bo wê jî hemû gelên cîhanê vê têkoşînê mafdar û rast dibîne."
'JIN QADÊN JIYANÊ DIPARÊZIN'
Koçyîgît aşkera kir ku rastiya şerê heyî li dijî jiyana jinê, qadên jiyanê û hemû destkeftiyên gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro li Efrînê jin di eniya herî pêş de cih digirin. Ji ber ku jin dizanin şer çawa ye. Dizanin rastiya şer li dijî wan e. Hişmendiya digirkirina axê, ya rast bedena jinê jî wekî berdewama dagirkeriyê bê dîtin. Jin cihên ku lê dijî tenê wekî mal, wekî dîwar nabînin, jiyanê bi giştî bi hev re dibînin û ji bo wê jî berî her tiştî di parastinê de cih digirin. Di eniya herî pêş de ne û ev di Şerê Kobanê de jî bi zelalî derket holê. Em dikarin şerê îro li Efrînê dewam dike jî bêjin. Belê ev berxwedana jinê ye. Di heman demê de xeta berxwedana jinê kûr dike. Li wir ne tenê jinên kurd, jinên tirkmen û êzidî jî dibêjin ku emê zarok û axa xwe biparêzin. Divê em vê yekê bibînin. Rewabûna berxwedana Efrînê di vir de dertê holê. Di her axaftineke jinan, tilîliyên wan de bêhna vê berxwedanê tê. Ev gelekî bi wate û bi nirx e. Dê azadî bi destê jinê bê ser rûyê erdê."