*Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê û eşkere kir ku ev operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e û lingê operasyonê çong şikandinê ya derveyi welat digire nava xwe.
* Yek ji hunermendên NÇM’ê Talat Yeşîl, diyar kir ku divê hemû kes li dijî êrîşên ser Efrînê li ber xwe bidin û wiha got: “Divê hunermend bi enstrumana xwe, nivîskar bi pênûsa xwe, sînemager bi kameraya xwe û reqsvan jî bi reqsa xwe berxwedanê nişan bidin.”
*Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê girtî, bal kişand ser têkoşîna xwe ya li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya di navbera salên 1987 û 89’an a li girtîgehê li ser wan hat ferzkirin û wiha got: “Ligel hemû ferzkirinan em 4 mehan bi tana atlet, derpê û qondiran rabûn û razan. Me li ber xwe da û emê cardin li ber xwe bidin.”
*Yek ji xizmên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê Abdullah Şahîn derbarê binpê kirinên mafan ên li girtîgehan vegot û got: “Hemû mafên mirovan hatine astengkirin. Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyî.”
*Rojnameger Ferhat Aktaş, diyar kir ku şerê li Sûriyeyê ber bi dawî ve diçe, lê ji ber ku qada manewra ya Tirkiyeyê nemaye, ligel Rûsya û Îranê jî dê hebûna xwe ya derveyî sînor bidomîne û got: “Operasyona Efrînê dê ji bo Tirkiyeyê ne hêsan be û ligel êrîşên AKP’ê yên zêde jî, şerê li Sûriyeyê ber bi dawî ve diçe.”
*Dozgerê îdîanameya derbarê 6 kesên bi îdîaya “Bi fermana rêxistinê” beşdarî daxuyaniya Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê bûn amede kir û bi îdîaya ala Gana ala PKK’ê yê kir mijara sûcdariyê. Di îdîanamê de, derbarê 6 kesan de 60 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
*Danişîna doza Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak û kesên din ên di çarçoveya “Doza Medyaya Hewldana Darbeya Feto” de tên darizandin, dê di 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
*Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê, bi armanca şermezar kirina binçavkirinên endamên xwe Elîf Çuhadar, Done Gevher Koyun, Narîn Duru û Fatma Akaltin Firat li 3’yemîn Şaxa Egîtîm Senê ya Stenbolê dê civîna çapemeniyê pêk bîne. (16.30)