Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin

  • rojane
  • 16:16 11 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE – Namezetê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, aşkera kir ku "Mutabaqata neteweyî" bûye karesata neteweyî û ev tişt got: "Êdî ew dem hatiye ku em ji vê re bêjin bes e. Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin."

Piştî axaftina namzeta hevserokatiya HDP'ê Pervîn Buldan, namzetê hevserokatiyê yê din Sezaî Temellî di 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de piştî beşdarvan silav kirin, dest bi axaftina xwe kir. Temellî bi gotinên  "Hûn bi hêvî û wêrekiyeke mezin hatin, lê we îmzeya xwe avêt bin rekorekê. We rekora cîhanê ya GBT'ê (Lêgerîna Agahiyên Ewlehiyê) şikan" û zextên ku rêwiyên kongreya HDP'ê pêre rû bi rû man, bi bîr xist.
 
‘JI OCALAN Ê KU RIYA ME VEKIR RE SILAV’
 
Temellî, destnîşan kir ku bi hezaran hevrêyên wan ê divê îro bi wan re bûna, ji ber girtî ne ne li gel wan e û wiha axivî: "Ji deh hezarî zêdetir hevrêyên me hatin binçavkirin. Beşeke zêde hatin girtin. Ne ku sûcekê wan heye, ji ber ku hezkirinek wan hebû hatin girtin. Emê dest ji vê hezkirinê bernedin. Ev kongre jî nîşan dide ku hezkirinek çawa heye. Emê vê hezkirinê berdewam bikin. Ji Îmraliyê re silav, ji Birêz Ocalan re silav. Ji wan kesên di serkêşiya rêya me de ne, emê tu carî dest jê bernedin, Serok Fîgen û Serok Selahattînên li hundurê çavê zilmê mêze dikin re silav."
 
‘MUTABAQATA NETEWEYÎ BÛ FELAKET’
 
Temellî bal kişand ser nutabaqata neteweyî ya di navbera AKP-MHP'ê jî û ev tişt got: "Di çend salên dawî de Tirkiyeyê du wêneyên girîng dîtin. Yek ji van di navbera salên 2013-15'an de. Pêvajoya bi Komkujiya Pirsûsê dest pêkir. Ev wêneyê şer e, wêneyê xizaniyê ye. Îro li pêşiya gelên Tirkiyeyê du rê hene; an dê wêneyê hêviyê an jî dê wêneyê faşîzmê hilbijêre. Dê HDP wêneyê duyemîn biçirîne û bavêje, bila kes fikaran nejî. Bi rakirina destnedanan OHAL serdest kirin, teskere derbas kirin, bi qeyûman referandumek anîn Kurdistan. Ruxmê dengê na bi ser ket jî, wekî ku bi serketine dan nîşan. Ev rejîma ku pêşî li makeqanûna yek rengî vekir, ew rejîm e. Mutabaqata neteweyî dixwaze faşîzmê serdest bike. Ev mutabaqata neteweyî mutabaqata karesatê ye. Heta gerdûnî ye."
 
JI BO EFRÎNÊ BANGA PIŞTGIRIYÊ
 
Temellî bangî hemû welatên Ewropay kir û ev tişt got: "Werin em bi hev re ji bo vê karesata gerdûnî hilweşînin. Ewropa tiştên li Tirkiyeyê diqewimin dixe mijara bazarê, bi vê re faşîzmê li Tirkiyeyê mayînde dike. Dê ev yek encameke çawa bi xwe re bîne, Ewropa baş dizane. Ji bo wê bila bi sermayeyê re bazarên piçûk nekin û berê xwe bidin Efrînê û piştgiriyê bidin gelan.
 
Dewleta ceberût ya dixwaze xwe bi siyaset şer li ser piyan bihêle, ji bo qesrê fînanse bike, bi şidet û mêtingeriyê xwezayê talan dike. Wekî ku henekê xwe bi hişê me bike, navê dagirkeriya Efrînê daniye 'Çiqla Zeytûnê.' Baxçeyên zeytûnan bombe dike. Çiqas cihên xwezayî hebin, cihê çandiniyê hebin ji înşaetê re vekirin. Tirkiyeyê ber bi rûxandinê ve dibin. Em neçarin pêşî li vê rûxandinê bigirin. Îro beşeke herî mexdûr a Tirkiyeyê jî cotkarin. Mafên cotkaran ên makeqanûnê nadin wan û Tirkiye kirin çol."
 
DESTHILATDARÎ ÊRÎŞÊ HER DERÊ JIYANÊ DIKE
 
Desthilatdarî bi mutabaqata neteweyî, bi hevkariyên qirêj ne tenê êrîşê qada aboriyê, êrîşê hemû qadên jiyanê dike. Yên herî zêde zerarê dibînin jî kedkar in. Tenê di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest da. Xebata bê ewlehî di her derê jiyanê de tê dîtin. Li kargehan ewlehiya kar tune. Tirkiye bûye dojeha karê erzan. 
 
ÊDÎ EW DEM HATIYE KU EM BÊJIN RAWESTE
 
Heqdestiya herî kêm li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de ye. Heqdestiya herî kêm îro pêwîstiyên tu mirovî pêşwazî nake. Polîtîkaya îktîsadî ya xelet bandorê li ser enflasyonê dike. Bê karî, enflasyon di asta du hejmaran de ye, gel xizan e. Ji bo civak xwe ji vê rewşê rizgar bike, divê hemû karker û cotkar têkoşînê bidin. Divê em ji vê rewşê re bêjin bes e.
 
EM NAMZETIN KU VÎ WELATÎ BI RÊVE BIBIN
 
Tişta wan li gel hevdigire, wan dixe welatî mafê butçeyê ye. Xespkirina mafê butçeyê xespkirina mafê civakî ye. Hukumet, li ser vê hişmendiya faşîst, piştgiriya girseya xizaniyê distîne. Alîkariyên civakî yên ku li xizanan belav dike, wekî ku wan daye, didin nîşan. Emê vê pêvajoyê bi rêve bibin, çawa ku me biryara xwe bi rêvebirinê biribê dabe. Derfetên vê hene. Armanca herî girîng eve. Emê bi gel, jin, kedkar û hemû beşên civakê re vî welatî bi rêve bibin. Ji bo wê di rojên pêş de emê bi hemû hêzên demokrasiyê re di eniyekê de cih bigirin.
 
Me di 16'ê Nîsanê de ev da nîşan. Her kes bi dengê na hat. Em dîsa jî dikarin bi hev re bên. Em dikarin vê xizanî û vî şerî bidin sekinandin. Divê em baweriya xwe pê bînin û ji bo vê bixebitin.
 
DIVÊ WÊREKÎ LI HER KESÎ BELAV BIBE
 
Em çawa bi hêviyeke mezin hatibin vir, bi vê biryardariyê berê xwe bidin tax, kargeh, kuçeyan. Emê careke din xwe bi rêxistin bikin, careke din bi hêz bibin. Em hemû bi hişmendiya demokrasiya radîkal, bi kurd, tirk, elewî, sûnnî, romen û xiristiyanan têkoşînê bidin û biçin desthilatdariyê. Armanca me ya stratejîk ev e. Dê hemû rêxistinên me bi gelên li zeviyan, kuçe û kolanan re bên gel hev. Her yek ji me li deryayên reş wekî çirayekê ne. Em rêwiyên hêviyê ne. Kê ji rêya xwe vedigere, em lê venagerin. Em wêrek, bi biryar in. Emê wêrekiyê li her kesan belav bikin. Ji bîr nekin em mafdar in. Teqes emê bi ser kevin."
 
Kongre bi xwendina raporên xebat û maliyê berdewam dike
 
 
 
 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e