Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye

img

ENQERE - Endama Heyeta Îmraliyê û namzeta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Bûldan, di kongrdeyê de li ser felsefeya HDP'ê axivî û diyar kir ku ew her dem bûne nasname û partiya gelên bindest û bûne partiya aştî, demokrasî û têkoşina azadiyê. Buldan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slav kir û xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û şert û mercên Ocalan ên tenduristî, ewlehiyê bên başkirin. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û xwest li şûna Efrînê berê xwe bidin Îmraliyê û ji nûve pêvajoya diyalog, çareseriyê bidin destpêkirin. 

Piştî Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan bi dengê zêde namzet hat hilbijartin axaftinek kir.  Pervîn Buldan piştî namzeta hevserokatiyê hat hilbijartin derket ser dikê û axaftinek kir. Dema Buldan derket ser dikê bi hezaran mêvanên li salonê li ser piyan, bi çepik û coşek mezin Buldan pêşwazî kir. Dema Buldan dest bi axaftinê kir, li ekrana mezin wêneyê Buldan, Demirtaş ên li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn hatibû kişandin dan pêşandan. Dema wêneyê Ocalan ê bi heyeta Îmraliyê re hat pêşandan, bi hezaran mêvanên li salonê bi coşek mezin li çepikan dan. 
 
Buldan, piştî mêvan û salon silav kir dest bi axaftinê kir. Buldan diyar kir ku kesên di şer de israr dikin bila coş, kelecan û daxwaza deh hezaran kesên li salonê bibîne ku çawa aştiyê dixwazin û dê her dem li dijî şer aştiyê biparêzin. 
 
Pervîn Buldan, ewil hemû pêvanên ji dervê welat û ji bajarên cuda hatine yek bi yek silav kir û hurmetê xwe pêşkêşî wan kir.  Buldan piştî pêvan yek bi yek silav kir wiha got: "Ji ber ked, têkoşîn, sekn û pêşengiya Hevserokên HDP'ê Birêz Selehattîn Demîrtaş ya ku qet ji siyaseta demokratîk tavîz nedaye em hurmetê xwe pêşkêşî wî dikin. Dîsa ji bo berxwedan, raperîna bê sînor a Hevseroka Giştî ya Fîgen Yuksekdag em spasiyên xwe pêşkêşî wê dikin. Ji ber sekna wê ya zelal û zaxlem, têkoşîna wê ya bi biryar, pêşengiya wê ya jinê em spasiyên xwe pêşkêş dikin.  Dîsa ji hevrêyên xwe yên girtî ku di heman têkoşînê de cih digirin yek bi yek spasiyên xwe ji wan re pêşkêş dikin. Bi heman rengî ji hevşaredarên xwe yên girtî re ji bo ked û xizmeta wan spasiyên xwe pêşkêş dikin. Ji ber têkoşîna demokrasiyê ya hemû girtiyan rêzdarî û hurmetên xwe pêşkêş dikin."  
 
19 SALIN TÊKOŞÎNA ÇARESERÎ, DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ DIDE
 
Buldan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî silav kir û wiha got: "Ez Birêz Abdullah Ocalan ê ku di 3 salên pêvajoya çareseriyê de ez û wî rû bi rû me hevdîtin kir, ku 19 salin têkoşina çareserî, aştî û demokrasiyê dide bi hurmetî silav dikim. Disa ez pêşengê şoreşa Tirkiye Denîz Gezmîş yê dema ew birin sêdarê got “Bijî biratiya gelên kurd û tirk" û hevalên wî yên rê Mahîr Çayan, Îbrahim Kaypakkaya, Behice Boran, Mazlum Dogan, Sakineyan bi hurmetî û mînnet silav dikim." 
 
Buldan, anî ziman ku dema nû ji dayik dibin li ser vê axê rastî neheqî, êşan tên û dibin şahidê mexdûriyetê û wiha go: "Hêj em nû ji dayik dibin bi qasî nan û avê pêdiviya me ji aşti, azadî, edaletê heye. Ji ber vê yekê têkoşîn bi qasî nan û av pêwist e. Ji ber vê yekê HDP'ê ji bo hemû mirovên li ser vê axê dijî pêwist e. Ji ber vê yekê HDP partiya gelan e. HDP sembola yekîtîya gelan e. HDP biratî, aştî, azadî û jiyana hevpar e. Nûnertiya hemû gelan, bawerî û nasnameyên kurd, tirk, laz, erap, çerkez, elevi, ermeni, suryanî û êzidiyan e. Partiya siyasî ya demokrasiyê ye. Biryara me em jiyana xurt a hevpar ava bikin e. Em hemû bawerî û rengan bi hevre bidin jiyandin e. Ew yekperestiyê diparêzin em piranî û demokrasiyê, ew Pir Sultan, Seyit Riza nin. 
 
Em gelên Anadolî û Mezopotamya yên li Çanakale şer kirin, em Turkên li Sêwase hatin şewitandin, gundiyên li Roboskê hatin qetilkirin, êzîdîyên li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin in. Em gelê li Filistin û Rojava di ber xwe didin û kedkarên ku li Anatoliya mahkûmî birçîbûnê hatine kirin in. Em gelê Kurdistanê yê li dijî hemû zilmê di ber xwe didin in. Em Aşik Mahsunî, Ahmet Kaya, Kazim Koyuncû, Musa Anter, Vedat Aydin, Orhan Dogan, Hrant Dink in, Berkin Elvan, Ugur Kaymaz, Alî Îsmail Korkmaz û Ceylan Onkol in. Em Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, ciwanên kurd ên bedena wan ketin axê, dayikên leşkerên hatin kuştin, karkerên komirê yên Soma û jinên her roj li kolanan tên kuştin in. Em girtiyên azad ku vîna wan azad in. 
 
HDP NAVÊ MEŞA MEZIN Û JIYANA AŞTÎ Û AZADIYÊ YE
 
HDP, navê meşa mezin a bi rûmet a mirovahiyê, jiyana aştî, azadî ye. Hêza tu kesî tune ku vê meşê asteng bike. Em di pêvajoyek pir tarî ku hemû hêzên navneteweyî li ser bûne yek re derbas dibin. Ev pêvajoya tarî dê bi têkoşînê ronî bibe. Em hemû şahidê xerakirina bi êş in. Mixabin Tirkiye jî bi şerê li Efrînê dest pê kir, tev li şerê Sûriye bû. Li aliyê din gelê Rojava li dijî şer ji bo modela jiyanek azad û demokratîk ava bike bi salan e têkoşkînek mezin dide. Hewl dide civakek azad, demokratîk, ekolojîk, ku bêyî cudakariyê têxe nava bawerî, nijad, ziman û mezhepan têkoşînê dide." 
 
Buldan, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û anî ziman ku bi pergala yek mirovahiyê dixwaze demokrasiyê, rêveberiya cewherî û pir rengiyê ji holê rake û wiha got: "Hişmendiya yek perest li hemû cîhanê yek e. Demokrasî, wekhevî, aştiyê hezm nakin. Ji ber ku ji jiyana demokratîk û pergala demokratîk ditirsin. Ji ber vê yekê êrîşî Rojava dikin. Tirkiye mecbûre pirsgirêka xwe ya demokratîkbûnê di nava xwe de çareser bike. Tirkiye ket Efrînê. Êrîş li dijî gelê kurd û hemû gelan e. Li dijî jiyana wekhev, demokratîk û heviyêy e. Em bi qasî li cem gelê Efrînê cih digirin, em li cem gelên Filistin, Kurt, Ermenî, Ereb , Ezidi û gelên Rojhilata Navîn jî cih digirin. Em aştiyê diparêzin. Ji ber ku di dîroka cîhanê de her dem şer bûye talankirin xerakirin û wêrankirin. Em naxwazin darbesta zarok, hevser, bav û bira bişînin Mêrsîn, Stenbolê, Colemêrgê, Erdexan û Semsûnê. Em naxwazin tu dayik û bav darbestên zarok û hevserên xwe pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê divê em bêtir li dijî şer derkevin. Dîvê em bêtir aştiyê biparêzin û bidin jiyandin. Em wekî welat ne mecbûrê şer in. 
 
KENGÎ MASEYA ÇARESERIYÊ RAKIRIN TECRÎD DEST PÊ KIRIN Û TIRKIYE XISTIN NAVA TARIYÊ
 
Sedema ku îro Tirkiye hatiye vî hali jî, ji ber ku pêvajoya çareseriya demokratik hat astengkirin û Tirkiye ji pêvajoya aştiyê dûr ket. Kengî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, Tirkiye ket nava şertên şer. Di serdema çareseriyê de neynûka mirovekî jî xwîn nebû. Lê piştî maseya çareseriyê xera kirin, li dijî Birêz Ocalan tecrîd giran kirin. Dîsa Tirkiye xistin nava pêavajoya tarî. 
 
Li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbînê bi komkujiyên mezin tola xwe ji aştiyê stendin. Bedelên giran bi partiya me û gelê me dan dayîn. Tirkiye îro di nava darbeya siyasî de ye. Demokrasî, azadî û qanûna bingehîn ketiye bin piyan. Îktîdarê 15'ê Tirmehê ji bo xwe kir firsend û OHAL îlan kir. Piştre li dijî HDP’ê operasyona siyasî da destpêkirin. Hevşaredarên me girtin. Kesên muxalif kirin hedef û bêdeng kirin. Rejîma otorîteriya yekperest û nijadperest ava kirin. 
Em îro dîsa rastî feraseta İttihat Terakkiyê ne. Armanca wan a sereke astengkirina komara demokratîk e. Li dijî jiyana wekhev û azad in. Her dem daxwazên gelan nabînin û ditepisînin. Xizanî, betalî, birçîbûn û krîza aborî di asta herî jor de ye. Bi sed hezaran mirov hatin îxrackirin, Hevî şikandin, Her roj bombe li ser sifreya gelan tê barandin. Şer li ser pişta gel didin meşandin. 
 
ÇARESERÎ NE KETINA EFRÎNÊ ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ YE
 
Buldan bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha berdewam kir: "Em bang li îktîdarê dikin ku ji vê rêyê vegerin û em dibêjin ev rê ne çareserî ye. Em dibêjin şer ne çareserî ye, çareserî aştî ye. Çareserî ne kuştin û mirin e. Çareserî jiyan û jiyandin e. Çareserî ne ketina Efrînê ye. Çareserî çûyîna Îmraliyê ye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha tecridek giran li ser Ocalan heye. Em dixwazin bi lezgîn dawî li tecridê bînin. Bi lezgîn malpar û parêzer bi Ocalan re hevditinê bikin. Bi lezgîn şert û mercên bi tenduristî û ewle bên avakirin. Bila neyê ji bîr kirin yê her em çareseriye pêş bixe birêz Ocalan e. Rêberên wisa çareseriyê pêş bixin û bên îzolekirin ne çareserî ye. Çareseriyê tune dike. Divê Tirkiye dîsa vegere pêvajoya diyalog û muzakereyan. Divê îktîdar dest ji polîtîkayên Rojava berde û li diyalogê vegere. Bi lezgîn dest ji rejîma OHAL/KHK'ê berde. Dawîli operasyonan bîne. Hevserok, hevşaredar û siyasetmedarên me yên dil hatine girtin wan serbest berde. Rojnamegeran serbest berde. Dawî li cilên yek tîp bîne. Dîsa pîvanên hiqûq edalet û pergala darizandina adîl têxe meriyetê. Mexdûriyeta kesên bi OHAL û KHK'ê mexdûr bûne bi dawî bike. Têkoşîna me ya ji bo aştî, demokrasî, edalet û azadiyê dê berdewam bike. 
 
EM RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ MEZIN BIKIN
 
Îro li Tirkiye tenê partiya aştiyê diparêze HDP ye. Hêza tenê li dijî şer derdikeve HDP û hevparên wê ne. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiye ye. Divê em li dijî şer, OHAL, cilên yek tîp, dagirkerî, metîngerî, xizanî, betalî, ji bo aştî û demokrasiyê em hemû milê xwe bidin hev û bi hevre têbikoşin. Ruhê 7'ê Hezîranê hêj zindî û bi hêz e. Ji ber vê yekê divê em bi biryar, wêrekî, hevî û bi hêz vê têkşînê mezin bikin."  
 
 
LI VÎ WELATÎ HERÎ ZÊDE JIN DIBIN MEXDÛRÊ TUNDIYÊ
 
Buldan bal kişand tundiya li ser jinê û wiha got: "Li vî welatî herî zêde jin dibin mexdûrê tundî û zextan. Li vî welatî her roj 5 jin tên kuştin. Jin rastî tacîz û tecawizê tên. Bûne koleyê jiyana aborî û civakî. Ne tenê ji ber hişmendiya baviksalarî, di heman demê de ji ber feraseta hikûmet û rêveberiya Tirkiye ye.
Bila nayê ji bîr kirin pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêka hemû civakê ye. Heta ku jin azd nebe civak jî azad nabe. EM dibêin em dê bi berxwedanê azad bibin û bi ser bikevin. Em dê li her qadê têkoşîna azadiya jinê pêş bixin û bi rêxistin bikin. 
Em nabin şirîkê dîroka tarî li dijî hiqûqê. Em nabin şirikê sûc. Em dê li her qadê muxalefeta civkî xurt bikin û bir rêxistin bikin. Em li her tax, mal û kolanê xwedî hêz û baweriyê ne. 
 
Ez di serdema ku dîsa kujerên faîl nediyar pêş dikevin de bûm dayika kurê ku roja ew çêbû bavê wî hat kuştin. Ji ber vê yekê ez dizanim mirin çiye. Min zilm dît. Aştiya herî xerab ji şerê herî baş çêtir e. Jiber vê yekê em her tem ji aştiyê re amade ne. Ji niha û şûnde jî bedela wê çi dibe bila bibe em wekî nobedara aştiyê dê parastiya aştiyê bidomînim." 
 
 
 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e