STENBOL - Di gola Kuçukçekmeceyê de cemazê Nîhal Kaya ya 63 salî hat dîtin.
Di gola Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Peywirdarên ewlehiyê yên li parkê dewriye digerandin cenaze dîtin. Li ser agahiyê polîs û ekîbên tenduristiyê hatin herêmê.
Polîsan destpêkê şerîda ewlehiyê li herêmê gerandin. Polîsên behrê hatin cihê bûyerê û cenaze ji golê derxistin. Piştî lêkolînan derket holê ku cenaze aydê Nîhal Kaya ya 63 salî ye. Xizmên Kaya jî li ser agahiyan hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolînan cenazeyê Kaya rakirin Saziya Tiba Edlî.