NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê de leşkerekî din jiyana xwe ji dest da.
Operasyona TSK'ê ya li ser Efrînê ku di 20'ê Çile de dest pê kiribû, di roja 23'an de berdewam dike. Duh 2 pîlotan û bi giştî 11 leşkeran di şer de jiyana xwe ji dest dabû. TSK'ê îro dîsa daxuyanî da û diyar kir ku leşkerekî din jî jiyana xwe ji dest daye. Di şerê duh li herêma Cindirêsê dest pê kir û helîkopter hat xistin de 2 pîlotan bi giştî 11 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Li heman herêmê îro jî leşkerekî jiyana xwe ji dest da. TSK'ê daxuyanî da û diyar kir ku leşkerekî din jiyana xwe ji dest daye.