Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe

img

ENQERE - Fîgen Yuksekdag aşkera kir ku asoyek nû bilind dibe û ev tişt got: "Ji Enqereyê heta Efrînê em bi heman asoyê lê mêze dikn. Em bi hemû baweriya xwe careke din dibêjin; Dê li dijî şer, li dijî mirinan serkeftina me ya jiyanî pêk bê."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji kongreyê re peyam şand. Yuksekdag a hem wekîltî û hem endamtiya wê ya partiyê hat xistin, ji 4'ê Mijdara 2016'an vir ve girtî ye. Peyama Yuksekdag wiha ye:
 
"Delegeyên bi nirx ên kongreyê, dîwana bi rêz, beşdarvan û mêvanên hêja ji we hemûyan re MERHEBA...
 
Ez ji hemû rengên li çar parçeyê welat hatine, gelê me yê bi hemû nasnameyên xwe tev li kongreyê bûne, jin, ciwan, kedkar, bawerî û hemû hevgirtinên demokrasiyê re silavên xwe dikim.
 
Em dizanin ku çi dikin bila bikin dê vê kelecanê ji dil û ruhê me nikaribin rakin. Em li hundur bin an derve; dibe ku laşê me girtî be an jî azad, em dizanin bi hev re li ber xwe jî bidin, dikarin bi hev re kêfxweş bin... Coşa me di zindanan de hilnayê, di salonan de jî... Ji bo wê îro hemû dîwar, bendav û astengî hatin rakirin û ruhekî di qaba xwe de hilnayê û bi tevgereke xurt her bendî derbas dike li holêye. Em hêvî dikin ku dê bi 3'yemîn Kongreya Asayî re hemû astengiyên faşîzmê bên rakirin û dê demokrasî bê înşakirin.
 
Demek dirêj e li dijî partiya me operasyonên qirkirina siyasî bi her awayî dewam dikin û em di demeke wiha de 3'yemîn Kongreya xwe pêk tînin. Ji bo wê ya îro kom bûye ne tenê kongreye. Ev vîna gelê demokratîk ê serî netewendî ye. Ev biryareke ku sînoran yek bi yek ji holê radike ye. Divê mirov bizanibe di jiyan û siyasetê de, ji çek, derew, tundî û pere bi nirxtir tiştên hêj mezin hene û divê mirov wan hembêz bike. Îro HDP li dijî hemû êrîşên giran li ser piyan e û tu hêviyên xwe winda nekirine. Tişta ku jêre dibêjin 'Westandina metalî' li dijî şer, bêcareserî û niheqiyê têkoşînek bi biryar dimeşîne.
 
Em li dijî zilim û niheqiyê hemû enerjiya xwe û coşa xwe ji azadî, aştî û demokrasiya gelan digirin. Dîrokê gelek caran ji niheqiya di navbera kesên baweriya xwe bi zilmê û kesên baweriya xwe bi mafdariyê tînin re şahidî kiriye. Dîsa heman dîrokê gelek caran ji çûyîna desthilatdarî û dîktatoriyan re şahidî û serkeftina gelên mazlum re şahidî kiriye. Îro ne desthilatdariyeke rizyayî û hilweşyayî, îro tevgereke li ser koka xwe ji nûve şîn dibe û xewdî li nirxên mirovahiyê derdikeve heye. Yekane temsîla hêvî, ewlehî HDP ye û bi hişmendiya dîrokê dimeşe. Ev rêya rêya siyaseta demoratîk û komara demokratîk e.
 
Beyî ku rengên HDP'ê bên çilmisandin, beyî ku nasmeyên demokratîk bên reşkirin, dê yekitî bê avakirin. Ev minakeke herî şênber e ku dê serkeftina dîrokî bêk bê. Gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî zordestî, yekparêzî, şer û faşîzmê dê yekitiyê serdest bikin. Ji ber ku rêyek cuda tune, jiyan û hêviyeke nû heye; ew jî HDP ye. 
 
3'yemîn Kongreya Asayî hemû astengî derbas kirin, ronahiya têkoşîna siyasî mezin dike, ji hêvî û bendewariyên gelan re dibe bersiv. Konferansên giştî û yên jinan ku li hereman pêk hatin, biryardariya me ya têkoşînê û stratejiya me bi hêz dike. Bi vînek nû kongreyê tacîdar dike û dibe pireya pêşerojê. Bi asoya demokrasiya radîkal û pratîka wê re dê HDP'î bûn derkeve pêş, edalet, aştî, azadî û hemû cudahî xwedi bin vê sîwanê de bibînin.
 
Kesên xwe li mafdariya gelan girtine dê teqes bi ser keve. Ji Kobanê het Efrînê, ji Efrînê heta Amedê, ji Amedê heta Stenbolê, yanî kesên ji bo jiynê li ber xwe didin, dê bi heqîqeta serkeftina serdemê navên xwe li dîrokê binvîsin. Ji kesên li Cizîrê hatin şewitandin heta kesên li Efrînê tên bombekirin, ji kesên li her derê Tirkiyeyê avêtine girtîgehê, dê teqes heqîqet û berxwedan bi ser keve. Dê li dijî hemû zilm, mêtingerî, dagirkerî û desthilatdariyan, modela siyaseta demokratîk bi pêş keve, asoyeke nû mezin dibe. Ew asoy ku ji Enqereyê heta Efrînê em li hev mêze dikin.
 
Em dizanin ku ruxmê tecrîda li Îmraliyê dewam dike, her çendî siyaset û jiyanê bikin yek tîp û şer kûr bikin jî teqes bûye ku serkeftin pêkan e.
 
Delegeyên bi rûmet, jinên rêzdar û mêvanên hêja
 
Hêviyên min gelek mezinin ku dê 3'yemîn kongreya me ji bo Tirkiye û gelê herêmê hêz û serkeftinê bîne. Di serî de Hevseroka me Serpîl Kemalbay, MYK, Meclisa Partiyê di demeke zemet û krîtîk de peywir dan ser milê xwe, rêveberên me yên navçe û bajaran, jin û meclisên ciwanan silav dikim û hizkirinên xwe dişînim.
 
Hevserokên Giştî yên tên hilbijartin re ji dil serkeftinê dixwazim. Li ser navê wekîlên me yên girtî, rêveberên partiyê kongreyê silav dikim.
 
'Yek bi yek û bi hev re,
Wekî ku qumaşekî ermûşî dihûnin
Wekî ku em hemû bi hev re destanekê dixwînin' 
ez di wê baweriyê de me ku emê tê bikoşin û bi ser kevin.
 
Ez bi hêz, bîrdarî, rêhevalî we hemuyan hembêz dikim. Rêya we vekirî be…
 
Fîgen Yuksekdag."
 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e