STENBOL - Polîsan Rojnameger Îbrahîm Gezîcî, li Balafirgeha Sabiha Gokçen binçav kirin.
Polîsan serê sibê Rojnameger Îbrahim Gezîcî, li Balafirgeha Sabîha Gokçen ya Stenbolê binçav kirin. Gezîcî di hesapê Twitterê de diyar kir ku li Balafirgeha Sabiha Gokçenê hatiye binçavkirin û got: "Ez li balafirgeha Sabiha Gokçenê hatim binçavkirin. Dê min bibin Edliyeya Kartalê." Sedema binçavkirina Gezicî nehat zanîn.