AMED - Dadgehê sedema bi hincet a der barê 16 sal û 8 meh cezayê li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken birî aşkere kir. Dadgeha tenê axaftin wekî delîl nişan dan cezayê "endamtiyê" li Balûken birîn.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken di 4’ê Mijdara 2016’an de hatibû binçavkirin û girtin. Balûken niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye. Balûken bi îdîaya “Endamê rêxistinê” 14 mehan hat darizandin. Balûken di 7’emîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtîn de dadgehê 16 sal û 8 meh cazayê girtîgehê li Baluken birîbû.
BI 85 RÛPELAN SEDEMA BI HINCET AŞKERE KIR
8'emîn Dadgeha Cezayên Giran Amedê sedema bi hincet a têkildardî 16 sal û 8 meh cezayê li Balûken birîye bi 85 rûpelan aşkere kir. Her çend Baluken hemû sûcên der barê xwe red kir û diyar kir ku partiya wan li gorî zagonan hatiye avakirin û ew wekî siyasetmedar û parlamenterekî li gorî pîvan û zagonan tev geriya ye jî dîsa heyetê bi sedema di çalaki, daxuyanî û mitîngan de axaftin kiriye, axaftin wekî sedema sûc nîşan da. Dîsa her çend Balûken, destnişan kir ku axaftinên wî li derve kirine li meclîsê kirine jî dîsa wekî delîla sûc hat nîşandan.
TEVLÊBÛNA DAXUYANIYAN A DAÎMİ WEKÎ DELÎLA SÛC NÎŞAN DA
Heyetê di hinceta cezayê 7.5'an ên bi sedema “Endamê rêxistina çekdarî" de, axaftina di 7 meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên partiyên siyasî yên salên 2011, 2012, 2015 û 2016 'an wekî delîla sûc nîşan da. Heyetê dîsa 9 sal û 3 meh cezayê ku li Baluken biriye tevlêbûna meş û daxuyaniyên di salên 2012, 2015 û 2016'an ên di çarçoveya xebatên partiya siyasî de pêk hatibûn bûne, bi sucdariya “propaganda rêxistinê kiriye" û “di çalakiya meş û xweêşandanan de muhalefeta zagonê kiriye" nîşan da.
MA / Deniz Tekîn