ENQERE - Bi deh hezaran welatiyên ji gelek bajarên cuda hatin Enqere, bi armanca beşdarî 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bibin hatin li ber salona Arena ya Sporê ya Enqereyê kom bûn. Bi hezaran welatî piştî lêgerînê derbasî salonê bûn. Bi hezaran kesên ku rengên kesk, sor û zer li wan hatin qedexekirin tevî hemû astengiyan ketin salonê. Dîsa destûr nedan ku endamên çapemeniyê bi laptopan têkevin salonê.
Bi 10 hezaran endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bajarên cuda hatin Enqere, bi armanca beşdarî 3'emîn Kongreya Mesin a Asayî ya HDP'ê bibin, li ber salona Arena ya Sporê ya Enqereyê kom bûn. Bi hezaran welatî piştî lêgerînê derbasî salonê bûn. Di lêgerînê de destûr nedan ku rengê kesk, sor û zer têxin hundir. Dîsa destûr nedan ku endamên çapemeniyê laptoman hildin hundir. Ji ber polîsan li gelek cihan nokteyên lêgerînê danin, welatî piştî çend lêgerînan derbasî salonê bûn. Li ser biryara Waliyê Enqereyê destûr nedan ku welatî çantayê makyajê, makîneya şarjê, heste û laptopan hildin hundir. Deriyên ketinê ku piştî hevdîtina rêveberên HDP'ê ya bi midûriyetên polîsan û deriyên ketina delegeyan dîsa hat girtin. Polîsan li 3 çemberên cuda nokteyên lêgerînê danîn û welatî û delege yek bi yek di lêgerînê re derbas kirin. Tevî 3 nokteyên cuda yên lêgerînê polis ketin hundirê salonê.
ŞAREDARIYA ENQERE JÎ PIŞTGIRÎ DA POLÎSAN
Li dora salonê tevî hezaran polîs û maşîneyên zixrî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê jî piştgirî da polîsan. Şaredariyê gelek rê li trafîkê girtin. Tenê li nokteyekê destûr dan ketin û derketina salonê. Di her nokteyê de welatî di lêgerinek pir dijwar re derbas bûn. Tevî hemû astengiyan bi hezaran welatî ketin salonê. Welatiyên ku xwestin rengên kesk, sor û zer bi xwe re bibin salonê jî rastî gefên polîsan hatin.
ÇAPEMENÎ ASTENG KIRIN
Polîsan hem welatî û delege asteng kirin û hem jî destûr nedan ku endamên çapemeniyê yên kartên wan ên zer heye û tune ye bi bilgisayar û wênekêşan têkevin salonê. Li heman salonê hefteya borî CHP'ê jî kongreya xwe pêk anî. Lê di kongreya HDP'ê de polîs li gorî kongreya CHP'ê qat bi qat zêde bûn.
‘PANKARTA 'EM LI DIJÎ OHAL’Ê NE' DAXISTIN
Her wiha duh piştî pankarta "Ji şer re na" hat peyakirin, êvarê jî pankarta "Ji tecrîdê re na" hat peyakirin. Di saetên şevê de ciwanê HDP'ê pankarta "Em li dijî yek tîp, yek zilam û OHAL'ê ne" daliqandibûn, lê polîsan ew pankart jî peya kir.
Ji hêla din ve ruxmê hemû astengiyan delege û endamên partiyê di salonê de cihên xwe girtin. Di salonê de gelek pankartên wekî "Em bi hêzin, bi hêvî ne, bi biryar in", "Jin jiyan azadî", "Me bi ciwanê destpêkir û emê bi ciwanê bi ser kevin" hatin daliqandin.
‘BILA JI NIHAV VE AZAD BIBIN’
Ji Rihayê gelek malbat bi zarokên xwe re ruxmê hemû astengiyan û rawestandinan xwe gihandin Enqereyê û tev li kongreyê bûn. Li ser pirsa ji bo we zehemt nebû? Ev bersiv dan: "Bila ji nihav ve azad bin" dan. Piştî salon hêdî hêdî tijê bû, dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" li salonê bilind bû. Dîsa dirûşmA "Em bi can û bi xwîn bi tere ne ey Efrîn" bi erebkî hat berzkirin.
PIŞTGIRIYA ENTERNASYONALÎST
Serokê Koma Çepên Parlamentoya Ewropayê Gabi Zimmer, Sekreterê Partiya Sosyalîstên Ewropayê Giacomo Filibeck, Sekreter Giştî yê Partiya Komînîstên Fransayê Pierre Laurent, endama Die Linkê ya Parlamentoya Ewropayê Martina Michels, Endama Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê û endama Rêveberiya Neteweya Fîlîstînê Leyla Xalid, wekîlên Parlamentoya Irakê yên YNK’'ê Mele Kadir, Îdris Sadiq, Kawa Nadir, Muhsin Osman, Alîkarê Serokê Giştî yê Kurdistan Hizbî Şui Umut Muhammed Salih, Nebes Mustafa Abdullah, endamê MYK'a Hizbi Zehmetkeşan Goran Celal, Endamê Polîtburoya Partiya Komînîst a Lubnanê Yana Rim El Simrany, Endama Parlamentoya BASK'ê Unai Urruzun, Endamê Sortu yê BASK'ê Îgor Zulaika, SRÎZA, Kibris AKEL, Partiya Komînîst a Portekîzê, Partiya Komînîst a Fransayê, Partiya Karkerên Norweçê, Partiya Çep a Fransayê, Federasyona Şoreşgerên Ermenî, Partiya Komînîst a Lubnanê, partiyên siyasî yên BASK’ê, YNK, Partiya Karkerên Îrlandayê, Partiya Çep a Almanyayê, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê jî di nav de gelek partî û rêxistin tev li kongreya HDP'ê bûn. Dê mêvanên ku hatine piştî demekê li cihên ku ji bo wan hatiye veqetandin, rûnên.