EFRİN – Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA)'ê ragihand ku YPG’ê helîkoptera aydî TSK’ê xist. Serokomar Erdogan jî piştî nûçeyê daxuyanî da û got: "Beriya niha helikoptera me hat xistin" û xistina helîkopterê piştrast kir.
Operasyona TSK'ê û komên girêdayî wê ku di 20'ê Çile de li dijî Efrînê dest pê kir di roja 22'an de berdewam dike. Di êrîşê de dem dem şerê dijwar pêş dikeve. TSK bi balafirên şer û tangan bê navber axa Efrînê bombe d8ike. Li hin cihan jî bi helikopteran tev li operasyonê dibin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), nûçeyek derbas kir û diyar kir ku YPG’ê helîkoptera aydî TSK’ê xistiye xwar. ANHA wekî deqîqeya dawî derbas kir. ANHA, diyar kir ku li herêma Reco ya aydî Kantona Efrinê li gundê Qudê helikoptera aydî TSK’ê ji aliyê şervanên YPG'ê ve hat xistin.
Piştî nûçeya ANHA Serokomar Recep Tayyip Erdogan di civina partiya xwe ya li Stenbolê de got "Beriya niha helikopterek me hat xistin." Lê heta niha ji laiyê Fermandariya Giştî ya TSK'ê ve tu daxuyanî nihatiye dayin.
SEROKWEZÎR YILDIRIM: 2 LEŞKERAN JIYANA XWE JI DEST DANE
Piştî bûyerê Serokwezîr Binali Yildirim daxuyanî da û diyar kir ku 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane û têkildarî xistina helikopterê lêkolîn tê kirin.