Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn

  • rojane
  • 15:07 10 Sibat 2018
  • |
img
STENBOL - Nevzat Ozgen, di çalakiya şemiyê de bal kişand ser windakirina bavê xwe Fîkrî Ozgen ê 73 salî ku di 27'ê Sibata 1997’an de di bin çavan de hat windakirin got: “Di ser windakirina te re 21 sal derbas bûn. Sal bi sal êşa te zêdetir dibe. Em qet fêrî windakirin û tunebûna te nebûn. Dilê me bi tunebûna jan dide. Tunebûna te ji mirinê wêdetir e." 
 
Dayiken Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin, bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 672'an de çalakiya li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" pirsîn. Dayikan piştî pankart vekir, qurnefil danîn ser çarika sipî û danîn ser pankartê. Dayikan vê hefteyê çîroka Fikrî Ozgen ê 73 balî ku dema di 27'ê Sibata 1997’an de li Koşuyolu ya Amedê diçû derman bistîne hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
HANIM TOSUN: EMÊ HETA DAWÎ LI WINDAYAN BIGERIN
 
Ewil Hevsera Fehmi Tosun ê hat windakirin Hanim Tosun axivî eû diyar kir ku ew dê dest ji lêgerîna windayan bernedin û heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin. Tosun, anî ziman ku wê berê mamê Fikrî nas dikir û wiha got: "Dema kurê wî çû hevdîtina wî ji kurê xwe re got ‘Tu sûcê min tune. Bila her dem serê te bilind be." Mamê Fikrî her dem serbilind geriya. Ji bo hemû windayên me serê me bilind e. Ger ku li vî welatî heq û hiqûq hebe divê kes neyên binçavkirin û neyên windakirin. Divê hesap ji kujeran bipirse. Heta em hebin emê hesap bipirsin." 
 
TANRIKULU: MIN NEKARÎBÛ MAMÊ FÎKRÎ RIZGAR BIKIM
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî bi nameyekê peyam şand û got: “Fikrî Ozgen, mirovekî bêdeng bû. Lê mirovekî zana bû. Dema ji bo derman bistîne çû derve, ew li Torosa Spî suyar kirin û binçav kirin. Niha kurekî wî girtî ye û yek jî di goristanê de ye. Dozger tu tişt nekir. Di navbera odeya dozger û navenda JÎTEM'ê de 2 gav hebûn. Lê mixabin min kir û nekir, min nekarîbû dozger bişînim JÎTEM'ê. Min nekarîbû mamê Fîkrî  ji destê wan xelas bikim."
 
NEVZAT OZGEN: SIBAT MEHEK BÊ OGİR E GELO
 
Kurê Ozgen Nevzat Ozgen jî ji amedê nameyek ji Dayikên Şemiyê re şand. Endama Mirovên Şemiyê Taylan Bekin name xwend û got: "Her roja 27'ê Sibatê tê, Sûrê bajar ê bêdeng hêsiran dibarîne çemê Dîcleyê. Dicle bêdeng, xemgîn û pepûk. Sûr bê kes e. Mînareya çar ling li zarokên xwe yên çavreş û êtîm dinere. Cellatan ruh distendin li Ameda ku berxwedan lê berdewam dikir. Tu li Amed warê çand û welatê neheqî lê hatiye kirin hat kuştin. / Em hatin kuştin. Li vî bajarî bedelê xwebûnê hebû. Te jî pir xwestibû bibe xwe. Te ev daxwaza xwebûnê bi bedena xwe xist meriyetê. Em li pey te reviyan, lê me nekarîbû bêjin Bavo. Em nekarîbûn bigiriyana jî. Xewnên me jî hatin qedexekirin. Piştî tu çû me nekarîbû li stêrkên ezmanan jî binerin. Her dem giriyê de di zikê me de ma. Zarokên me kuştin û ji tere gotin qatîl. Zarok bi bavê xwe re dikuştin û bav bi zarokên xwe re. Carek din 27'ê Sibatê tê. Êşa dilê me hêj jan dide û bê tarîf e. Tunebûna te di qirika me de dibe girêka mîna kulmekê. Hesreta te di damara laşê me de digere.... Gelo Meha Sibatê mehek bê oxir e? Her ku tê bîra min êş û janê dide min. Dil bêzar û ji xwe aciz dike. Rêzdar bavo em te di bin qalikê daran de digerin. Di her koncal û kevirî de di her qadê de çavê me li te digere. Her bêruhê bi pêlên deryayê dikeve qraxa perê avê kelecanê dide me... 21 salin em fêri tunebûna te nebûn. Her diçe êş zêde dibe. Em qet fêrî tunebûna te nebûn. tunebûna te ji mirinê wêdetir e." 
 
‘ÇARESERÎ AŞTÎ EDALET Û HEQÎQET  E 
 
Daxuyanî vê hefteyê Mirovên Şemiyê Cihan Kaplan xwend. Kaplan, anî ziman ku bi kirinên OHAL'ê berpirsiyar nayên darizandin û bi rêbaza tundiyê êşan zêdetir dikin. Kaplan, anî ziman ku 672 hefte ne bawer dikin ku çareseriya pirsgirêkan bi aştî, edalet û heqîqetê pêk tê û wiha got: 
 
 
Kaplan, anî ziman ku Fîkrî Ozgen ji navçeya Pasûra Amedê bû û wiha got: “Ew û hevsera xwe bi hevre li gund dijiyan. Her dem di bin zextan de bûn. Gelek caran hatin binçavkirin. 3 caran mala wan hat şewitandin û xerakirin. Piştî mala Fikrî Ozgen bombe kirin, di sala 1992'an de ji gundê xwe yê 28 salan mixtarî dikir koçî Amedê kir. Dema Ozgen hat Amedê jî polîsan dest jê berneda. Dema Ozgen diçû îlan bistîne di 27'ê sibata 1997'an saet di 10.00'an de li Koşuyolu ji aliyê 4 kesên cilên sivil û bi bêtelan Fikrî Ozgen ew li Torosa spî suyar kirin û binçav kirin. 
 
HEMÛ HEWLDAN BÊ ENCAM MAN
 
Kaplan, anî ziman ku hevsera Ozgen Dilşah Ozgen ji bo dîtina hevserê xwe serî li her derê da, lê encam bi dest nexist. Kaplan, da zanîn ku dozger ji Dilşah Ozgen re gotiye Fîkrî Ozgen ne di bin çavan de ye û piştî lêkolîna malbatê, malbat fêr bûne ku Fîkrî Ozgen li navenda JÎTEM'ê di bin çavan de ye. Piştre di îtîrafên kadroyê JÎTEM’ê  Abdulkadir Aygan de jî hat diyar kirin ku Fikri Ozgen li Fermandariya JÎTEM'ê ya Amedê hatiye darizandin. 
 
Kaplan, anî ziman ku tevî malbatê di 20.08.1997'an de serî li DMME'ê dan jî lêklîn û lêpirsînek baş nehat kirin. 
 
Kaplan, anî ziman ku 21 sal derbas bûn, lê hêj encam nehatiye destxistin û xwest daxwaza malbata Ozgen a "Gorek me hebe" pêk bê. 
 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e