EDENE – Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê û HDP’ê de axivî û got “AKP dixwaze di navbera gel, nasname û baweriyên cuda yên Tirkiyeyê de parçebûnê pêk bîne.”
Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê bi boneya binçavkirinên di demên dawî de zêde bûne li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û rêveberên HDP û HDK’ê amade bûn.
'JI BILÎ TÊKOŞÎN DAYÎNÊ TIŞTEK DIN TUNE YE’
Di civînê de ewil Berdevkê Meclîsa HDK’ê ya Edeneyê Hasan Kocaman diyar kir ku pêkhateyên HDK’ê bi boneya li dijî şer aştî xwestine hatin binçavkirin û got: “Li dijî şer, dagirkirin û faşîzmê, ji bilî têkoşîn dayînê û hevgirtinê tu alternatîfek din tune ye.”
'AKP PARÇEBÛNÊ DIXWAZ E’
Parlamenter Daniş Beştaş jî axivî û bal kişand ser operasyonên li ser HDP’ê û HDK’ê tên meşandin û got: “AKP dixwaze di navbera gel, nasname û baweriyên cuda yên Tirkiyeyê de parçebûnê pêk bîne. Şer sûcê li dijî mirovahiyê ye. Aştî daxwaza hemû gelan e.” Beştaş da zanîn ku ew ê li gel hemû zext, binçavkirinan û girtinan jî kongreya xwe ya mezin pêk bînin û banga beşdariya kongreyê li her kesî kir. Beştaş xwest hevalên wan binçavkirin û girtî bil ez bên berdan.