STENBOL - Berî 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê, hevserok û berdevkên partiyê ku hatin binçavkirin, aşkera kirin ku ewê di kongreyê de cih bigirin. Serokê Giştî yê Devrimci Parti (Partiya Şoreşger) Musa Pîroglu yê di heman operasyonê de hat binçavkirin û serbest hat berdan, diyar kir ku dê ev kongre ruxmê hemû êrîş û derbeyan, sekna HDP'ê ya li ser piyan bide nîşan.
Dê sibê li Salona Werzîşê ya Arenayê ya Enqereyê 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bê lidarxistin. Berî kongreyê hevserok, rêveber û berdevkên HDP'ê hatin binçavkirin. Ruxmê hemû girtin û binçavkirinan jî HDP bi hêzeke mezin diçe kongreyê. Hevgirtiyên HDP'ê bang li tevahiya hêzên demokrasiyê kirin ku tev li kongreyê bibin û bi endamên partiyê re kongreyê bi hêz bikin.
TUMUKLU: EZ GEL DAWETÎ KONGREYÊ DIKIM
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Partiya Sosyalîs a Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu, da zanîn ku binçavkirinên dawî ji bo astengkirina kongreyê ne û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê dizane ku yekane alternatîfa demê HDP ye, ji bo wê jî êrîşê kedkar û bindestan dike û dixwaze têkoşîna wan asteng bike. Divê hemû gel, kedkar, bindes li dijî polîtîkaya çewisandinê di kongreya HDP'ê de cih bigirin. Emê jî bi hemû hêz û rêxistinên xwe yên navçe û navendê re di kongreyê de bin. Hem van êrîşan vala derxin, hem jî li dijî pêkanînên faşîzan û şer li kongreya HDP'ê bin. Divê her kes tev li têkoşîna hevgirtinê bibe."
FÎLÎZ: EMÊ LI KONGREYÊ BIN
Endamê MYK'a Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Fahrettîn Fîlîz, aşkera kir ku ewê sibê bi hemû hêza xwe tev li kongreya HDP'ê bibin û wiha axivî: "Binçavkirina hevberdevkên me, ji bo tevlêbûna me ya kongreyê ne asteng e. Emê li wir bin. Binçavkirina hevberdevkên me biryareke siyasî ye. Heke dê îfadeya wan bê girtin, rêbazên cuda hene. Dê têkoşîna me dewam bike. Emê dest ji fikrên xwe bernedin. Ji bo kongreya sibê bi serkeftî derbas bibe, çi ji destê me bê emê bikin."
PÎROGLU: HDP DIKARE HÊZA POLÎTÎKAYÊN HKUMETÊ ASTENG BIKE
Partiya Şoreşger a ku duh serok, hevserok û berdevkên wan bi operasyonekê hatibûn binçavkirin û piştre serbest hatibûn berdan, aşkera kir ku ewê bi hemû hêza xwe di kongreyê de cih bigirin. Serokê partiyê Musa Pîroglu aşkera kir ku kongreya HDP'ê ji her alî ve dide nîşan ku berxwedan û hêvî heye û ev tişt anî ziman: "Dema ev derket holê hikumet dixwaze vê hêvî û berxwedanê bişkîne. Ji derveyê HDP'ê tu hêz niha ne di berxwedanê de ye. Xeta ku HDP datîne holê, dê polîtîkaya şaş a hikumetê rawestîne."
Pîrogu diyar kir ku ewê wekî partî tev li kongreyê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kr: "Operayona li dijî me pêk hat, xwestin sekna me ya li gel HDP'ê asteng bikin."