Fotografê Ozer ê ku Wezaretê gotibû ‘di operasyonê de hatiye kuştin’ dest kelemçekirî derket holê!

  • rojane
  • 12:32 16 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû gotibû endamê HPG’ê Abdulsittar Ozer “di operasyonê de hatiye kuştin.” Di wêneyên Ozer ku derketin holê de li erdê serdevkî dirêjkirî, tazî ye û destên wî ji paş ve kelemçekirî ne. 
 
Li çoltera navçeya Licê ya Amedê sê roj in operasyona eskerî tê birêvebirin. Li gorî daxuyaniya çavkaniyên fermî hat gotin du endamên HPG’ê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên xwecihî jî derbarê operasyonê de îdiayek balkêş gotin. Çavkaniyan destnîşan kir ku di operasyonê de endamek HPG’ê sax hatiye girtin û pişt çi jê hatiye agahî bi dest nexistine. Vê îdiaya çavkaniyan di wêneyê li ser medya civakî hatiye belavkirin de piştrast dike. 
 
EWILÎ SOYLÛ DAXUYANÎ DA 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezareta Karên Navxweyî pêr têkildarî operasyonê daxuyanî dan. Soylû li ser hesabê xwe yê Twitterê twîtek belav kir û diyar kiribû ku ji du endamên HPG’ê ku yek di “kategoriya porteqalî (turuncu kategorî)” de cih digire jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di daxuyaniya Wezaretê de jî hatibû gotin di operasyona ji aliyê tîmên taybet ve li herêma gundê Hiseynika navçeya Licê hatiye birêvebirin de du endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek ji wan Abdulsittar Ozer (Dara Zagros) e. 
 
VÎDOYEK Û DU FOTOGRAF
 
Piştî van daxuyaniyan duh li ser hesabek medya civakî vîdoyek û du fotografên têkildarî operasyonê hatin belavkirin. Di vîdeoya hatiye parvekirin de cenaze di nava betaniyê de pêçandî ye û leşker çêra li cenazeyê HPG’yî dikin û pehînan lê didin. 
 
DESTÊN WÎ JI PAŞ VE HATIYE KELEMÇEKIRIN! 
 
Fotografên hatine belavkirin jî ji vîdeoyê ne cudatir e. Yek ji kesên di wêne de ew e ku di vîdeoyê de cih digire. Tê gotin fotografê din jî aydê endamê HPG’ê Abdulsittar Ozer e. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistin; di kêliya operasyonê de ji du endamên HPG’ê yekî di operasyonê de jiyana xwe ji dest daye û yê din jî sax hatiye girtin. Kesê ku çavkaniyên xwecihî jê re dibêjin sax e tê gotin ku Abulsittar Ozer e. Wêneyê Ozer ku di medya civakî de hatiye belavkirin serdevkî bi awayek tazî wî li erdê dirêj kirine û destên wî ji paş ve bi kelemçeya plastîk hatine kelemçekirin. 
 
GELO HATIYE ÎNFAZKIRIN?
 
Piştî daxuyaniya wezaretê wêneyê ku hatiye parvekirin pirsa “Gelo Ozer bi saxî hatiye girtin û pişt re wî înfaz kirine?” tîne bîra mirovan. Çavkaniyên xwecihî ku girtina Ozer a bi saxî piştrast dikin, destnîşan kirin ku pişt re haya wan ji aqûbeta Ozer çê nebûye. 
 

Sernavên din

19/04/2021
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN
16/04/2021
20:36 289 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir
16:52 AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest
16:11 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
15:43 Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin
15:20 EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê
15:13 Wekîlên HDP’ê li dijî ‘qedexeyan’ meşiyan
14:59 Zarokê ku ket qenala avê winda bû