NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku piştî 26 salan cara yekemîn hate weşandin di medya dijîtal de bû TT.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke dîrokî kir û ev bang a bidîmen ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hate weşandin. Banga dîrokî ya ku di saet 9.00’an de weşiya, her kes li ber ekranên televîzyonê kom kir. Dîmenên Abdullah Ocalan ên ku piştî 26 salan hatin weşandin, di medyaya dijîtal de jî eleqeyeke zêde dît.
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, li çar aliyên cîhanê deng veda û li Tirkiyeyê li ser platforma medyaya dijîtal X’ê bû trend topîc (TT).