Gunay: Yên xwestin HDP’ê bigirin, li ser sûc hatin girtin

  • rojane
  • 12:12 16 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser biryara hinceta derbarê îadekirina îdînameya têkildarîdarî girtina HDP’ê ya AYM’ê û got: “Mijarekê tenê jî HDP’ê sûcdar bikin, li holê tuneye. Ji ber vê bi dosyeya bi lez û bez û îdîayên bêbingeh amadekirin, li ser sûc hatin girtin.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiyê li dar xist de, mijarên di rojevê de nirxandin. Gunay, têkildarî salvegera referandûma 16’ê Nîsana 2017’an, ev nirxandin kir: “Bi ser vê werçerxa tarî ya ku AKP û MHP’ê ferzî welat kir re 4 sal derbas bûn. Gotin, ew ê welat bilind bikin, bifirînin, bi lez wê biryar bidin, dê darbe bi dawî bibin, wê demokrasî li welat pêş bikeve, lê va ye rewşa Tirkiyeyê li holê ye. Desthilatdariya mûtlaq a 4 salin dewam dike, di oxira qesran û seltenata xwe de, tu xirabiyek ne ma ku li vî welatî nekirin.”
 
‘DEMOKRASIYÊ TUNE DIKIN’
 
Gunaya axaftina xwe wiha dewam kir: “Berî 4 salan me gotibû ku ji bo dizîtiya xwe ya desthilatdariyê welat ber bi zinaran ve dibin. Me hişyarî da bû. Mixabin em mafdar derketin. Kesên gotin ewê welat bifirînin, kaseya Bankeya Navendî firandin, demokrasî tune kirin, maf û azadî bin pê kirin û her roj qanûna bingehîn di eciqînin. Tişta ku herî bilez dikin, valekirina kaseyane, derbkirina demokrasiyê ye û qeyûm kirin weke rejîmekê. Di warê girtin, êrişkirin û zextên li ser mûxaletê de, kes bi wan re nagihêje. Ev 4 salin qanûna bingehîn ji holê rakirin e. Welat bi KHK’iyan, pergala OHAL’ê û bi bêhiqûqiyê bi rêve dibin. Tirkiye ber bi xizantiyek leztirîn ve birin. Di warê girtinên siyasî de Tirkiyey di rêza yekemîn de bi cih kirin. Ev pergala sosreta ya ku avakirin, berî ku dest pê bike, îflas kir. Êdî tu rewabûna vê pergala nemaye. Civaka ketiye xiloqa canê xwe. Roje berî rojekê dixwaze ji vê pergala xirab rizgar bibe. Civak guhertinê dixwaze. Ev daxwaza mafdar a gel ji bo me jî sedema hebûnê ye. Em ê destûr nedin ku ev pergala hîn zêdetir xirabiyan ferzî gel û civaka me bike. 
 
DOZA GIRTINÊ
 
Duh Dadgeha Qanûna Bingehîn, biryara hincetê ya îadekirina îdîanameya derbarê girtina partiya me de, aşker kir. Bi vê îdîanemeyê, li holê tu sûcek tuneye. Armanca wan ew bû ku zexta siyasî li darazê bikin. Derbarê HDP’ê de, derewan dikin û bi vê dixwazin partiya me sûcdar îlan bikin. Mijarekê tenê jî HDP’ê sûcdar bikin, li holê tuneye. Ji ber vê bi dosyeya bi lez û bez û îdîayên bêbingeh amadekirin, li ser sûc hatin girtin.
 
Berê jî me gotibû. Bi sedan îdîanameyên bi beraetê û ne şopandinê bi encam bûne hene. Heta ji bo hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan jî, biryarên qedeyên siyasetkirinê dane. Lê em baş dizanîn ku hemû dosya bi zorê bi dozgeran hatine amadekirin. Plana li dijî partiya me siyasiye û divê ev dosye bêyî ku carekdin bê vekirin, bê girtin.
 
TECRÎD Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Di girtîgehên bûne navendên îşkencê û mûameleyên xirab de, 141 rojin girtî li dijî tecrîd û pêkanînên bêhiqûqî di greva birçîbûnê de ne. Bi hezaran girtî, bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Li vî welatî, hiqûq, edalet, wekhevî, nêzîkatiyên mirovî û azadiya mafan ji holê hatine rakirin. Girtî ji ber vê yekê di greva birçîbûnê de ne. Sereke daxwaza girtiyan ji holê rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalane. Tecrîda ku li tevahiya welat belav bûye, divê bê rakirin. Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye û tu bingeheke wê ya hiqûqî tuneye.”
 

Sernavên din

19/04/2021
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN
16/04/2021
20:36 289 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir
16:52 AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest
16:11 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
15:43 Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin
15:20 EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê
15:13 Wekîlên HDP’ê li dijî ‘qedexeyan’ meşiyan