TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?

img

WAN - Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê bi kêrî cotkar û hillberîneran nehatiye û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?" 

11'emîn Fûara Çandinî, Sewalvanî û Zexîre ya Rojhilatê Anatolyayê di 7'ê Nîsanê de li Navenda Fûar û Kongreyê ya Van Expoyê hat lidarxistin. Lê belê fûar bi kêrî cotkar û hilberîneran nehat. Hilberîneran ji ber krediyên zêde û kûrên dowîzî nikaribûn tiştekî bikirin. 
 
FIYETÊ TRAKTORÊ 
 
Cotkar Gemî, anî ziman ku ji bo traktorê bistîne çûye fûarê, lê belê traktora 3 sal berê bi 100 hzar TL'yî stendiye niha bûye 400 hezar TL. Gemî, diyar kir ku ji ber vê nikaribûye bikire. Gemî got: "Fiyet pir biha bûne. Nikarim traktorê bikirim. Mazot û gubre jî pir biha bûne. Barê cotkaran giran bûye. Gava cotkar nikaribe hilberîne, ê her tişt biha bibe. Heger fiyet erzan bibin û karibin traktorê bikirin, wê çaxê dê hilberîn jî zêde bibe. Min hefteya borî gubre bi 200 TL'yî stend, lê niha bûye 235 TL." 
 
KRÎZ
 
Cîhan Şenkal jî destnîşan kir ku ji ber fiyetê mazotê nikare traktora xw ebişixulîne. Şenkal, anî ziman ku gava cotkar nikaribe hilberîne, dê krîz çêbibe û got: "Ji ber fiyetê mazotê nikarim traktora xwe bişixulînim. Cotkar nikarin hilberînin. Heya çend sal berê jî min genim, ceh û nefel diçand. Lê niha nikarim çandiniyê bikim. Dibêjin em alîkariyê dikin, lê me tu alîkarî nedîtiye. Ji bo alîkariyê şertan datînin. Tapoyê dixwazin. Ji ber vê gelek kes nikarin sûdê ji alîkariyê bigirin." 
 
Nîhat Onûr, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetê traktoran, karê xwe bi usûla berê dikin û got: "Ez çandiniyê dikim. Ji bo traktorê bikirim hatim fûarê. Lê fiyet pir biha bûn. Nikarim bikirim. Gava tu traktorê nekirî, mecbûr tu yê bi usûla berê karê xwe bikî. Em li benda alîkariyê ne." 
 
MA YÊ COTKAR ÇAWA HILBERÎNE? 
 
Bayiyê Wanê yê TUMOSAN'ê Siddik Koç, anî ziman ku cotkar nikarin traktorê bikirin û got: "Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne? Par serê 100 hezar TL krediya traktorê, 15 hezar TL faîz dihat ser, lê niha 35 hezar TL tê ser. Cotkar dev jê berdaye. Gotin ê faîz kêm bibe, lê kêm nebû. Cotkarên ku nikarin makîneyan bikirin, nikarin cotkariyê bikin. Nikarin mazotê bikirin. Ji bo cotkar karibe karê xwe bike, divê faîz bên kêmkirin. Heger hilberîn bisekine, ê welat top bavêje. Em hemû bi saya cotkaran debara xwe dikin. Em bi saya fêkî û zebzê cotkaran li ser pêyan e." 
 
KES NAKIRE
 
Abdûlmenav Hakverîr ku makîneyên çandiniyê çêdike jî anî ziman ku eleqeya ji bo fûarê baş e, lê kes tiştekî nakire. Hakverîr, diyar kir ku rewşa cotkaran nebaş e û got: "Îsal ji ber kûra dolar fiyetê makîneyan zêde bû. Lewma cotkar nikarin tiştekî bikirin. Eleqe pir e, lê kes nakire. Gava dolar zêde dibe, fyet jî zêde dibin. Divê xwedî li cotkaran bê derketin." 
 
MA / Bariş Donmez

Sernavên din

17/04/2021
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN
16/04/2021
20:36 289 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir
16:52 AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest
16:11 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
15:43 Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin
15:20 EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê
15:13 Wekîlên HDP’ê li dijî ‘qedexeyan’ meşiyan
14:59 Zarokê ku ket qenala avê winda bû
14:44 Beştaş ji bo pêkanînên qeyûman daxwaza lêkolîna meclisê kir
14:36 SES: Kes nikare mafê îstîfaya xebatkarên tenduristiyê desteser bike
14:17 Danişîna rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:12 ‘Girtiyê nexweş Gultekîn serbest berdin’
13:41 Operasyona li Licê bi birîna daran didome
13:31 Sekretera Jinan a KESK’ê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
13:26 17 rêxistinan piştgirî dan kampanyeya Ji Ocalan Re Azadî
13:17 Li girtiyan lêgerîna tazî ferz kirin
12:47 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 39'emîn de ye
12:47 Platforma 1’ê Gulanê karker vexwendin qadan
12:34 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Fotografê Ozer ê ku Wezaretê gotibû ‘di operasyonê de hatiye kuştin’ dest kelemçekirî derket holê!
12:12 Gunay: Yên xwestin HDP’ê bigirin, li ser sûc hatin girtin
11:52 Hat îdiakirin ku zilamekî li Edeneyê xwe kuştî ye
11:43 Lêpirsîna derbarê mirina girtî de bi dozvenekirinê encam da
11:30 Jinên HDP’î bi şandeya Denmarkê re Peymana Stenbolê nirxandin
11:02 Banga îfadeyê li hin amîralên din jî hat kirin
10:47 Agahî ji aktîvîsta Îranî Şemsaî nayê girtin
10:44 Rêveberê AKP’ê yê Amedê bi kalaşnîkofê gef xwar
10:25 Mizrakli: Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin
10:25 Gokkan ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re nameya piştevaniyê şand
10:06 Li ODTU’yê têkoşîna boyaxkirina derenceyan: Em dîsa li vir in
10:03 Zilamê tundiyê li jinekê dikir hat girtin
09:46 ‘Axaftina yek zilamî red bikin’
09:41 Ozturk: Yên ku ji yekîtiyê re bibin asteng cihê wan sergoyê dîrokê ye
09:08 Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye
09:00 Koma 29'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Parêzerê malbata Şenyaşar: Bi krokiyê îdia hatin pûçkirin
09:00 Fîncanci: Negirtina tevdîran binpêkirina mafê jiyanê ye
09:00 Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton
09:00 2 projeyên qeyûm ên bi milyonan pere hatin çêkirin nayên bikaranîn
09:00 Dixwazin berî mirinê kurê xwe yê 28 sal in girtiye bibînin
09:00 Ji ber twîta derbarê Kemal Kûrkût de fezleke amade kirin
09:00 Hindik maye berê xwe bidin zozanan
09:00 Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'AN
15/04/2021
20:41 297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:53 Li Girtîgeha Aragan cezayê ragihandinê dan girtiyekê
16:52 8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin
16:38 HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê
16:34 Belavkirina petate û pîvazan bergiriyên şewbê ji holê rakirin
16:26 Di doza tecawizê de derbarê bersûcên berdayî de biryar girtinê hat dayîn
15:36 Li Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:30 Rêxistinên tenduristiyê bang li hikumetê kirin: Mirinan rawestînin
15:18 Gundên Lîcê di dorpêçê de ne
15:07 Pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin
15:03 Heyeta HDP’ê li Aydinê bi jinan re tûfirengî berhev kir
14:50 Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin
14:37 Hevseroka HDP'ê Alokmen girtin
14:17 Li binya Keleha Rihayê cenazeyek hat dîtin
14:11 Şantaja vekişandina Rûsyayê ya ji Til Rifatê tenê rojek domiya
13:55 Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir
13:36 Dersim Dag: Ciwan li Tirkiyê di hedefa polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne
13:35 Derbarê parlementer Ahmet Şik de fezleke hat amadekirin
13:26 'Em ê li her derê hevserokatiyê biparêzin’
13:26 Danişîna rojnamevan Şahîn û Gayip hat taloqkirin
12:55 Danişîna bersûcê êrişî HDP’ê kiribû 5 deqan dewam kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Hêj jî kujeran diparêzin
12:32 Parêzer ji bo için Îmraliyê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:32 Hevşaredar Erdîşê Çetîn tehliye bû
12:10 Jina ku êrişî wê hat kirin bi giranî birîndar bû
11:52 Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi cebilxaneya çekan gef xwar
11:46 Îdîanameya nûçegihanê me Aslan hat qebûlkirin
10:51 Ji ber nivîsa li ser diwarekî leşkeran li gundiyan da
10:32 Li Çelê 6 kes hatin binçavkirin
10:31 Ji Beştaş ji bo Bahçelî: Êdî çîrokên wan nemane
10:31 Serokê TURSAB: Piştgiriya bo turîzmê, ji bo alîgiran diçe
09:51 Li Licê operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin û 4 kesan binçav kirin
09:39 Mamosteyê Laz: Perwerdehiya zimanê dayikê maf e
09:34 ‘Em ê pirsgirêkên xwe bi têkoşîna hevpar çareser bikin’
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 140'emîn de berdewam dike
09:07 Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe
09:07 Şaredariya AKP'î 35 dikan daxilî nav rapora fealiyetê nekirin
09:06 Qeyûm ji welatiyan re got: Em ê we bidin ber îcrayê
09:06 'Alîkariya nexweşa SMA'yê Havînê bikin'
09:06 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dê dest bi perwerdehiya rûbirû bike
09:06 Şaredariyê ruxset da, lê rê çênake!
09:06 Ne ji darazê, ji hêza rêxistinbûyî ya jinan bawer dikin
09:06 Polîsan ji bo hevjînê wê yê koçî Ewropayê kiriye îmze pê dane berhevkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'AN
14/04/2021
20:08 Hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 25 hezar û 557
16:56 MATUHAY-DER: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin
16:48 Li Samsûnê jinek hat qetilkirin
16:16 10 Fezlekeyên din hatin Meclisê
16:09 Jinên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:55 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
15:47 Jinên HDP’yî li pirsgirêkên jinan guhdar kirin: Dengê me ragihînin
15:41 Ji dadgerê ku li Akademiya Edaletê ders dide pirtûkeke zayendparêz
14:38 Derbarê Hevseroka KCD’ê Guven de lêpirsîn hat destpêkirin