Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan

  • rojane
  • 09:02 24 Sibat 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Meta Tenzîle Acar a ku nexweşiya Hepatît B'yê lê peyda bûye anî ziman ku tiştek bê serê biraziya wê berpirsyarê wê Serokkomar Erdogan e û got: "Hêj ku cenazeyeke din ji girtîgehê derneketiye bila berdin. Bila ev tecrîda li ser girtiyan were rakirin." 

Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêde dibe. Girtî ji mafên xwe yên herî mirovane bêpar tên hiştin. Niha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Tenzîle Acar e. Tenzîle Acar (23) di sala 2017'an de li Stenbolê tê binçavkirin û paşê jî tê girtin. Acar, 5 sal in li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de tê girtin. Nexweşîna Hepatît B û jana ziarav (weremê) bi Acar re heye. Piştî ku teşhîsa weremê hatiye danîn, rêvebiriya girtîgehê Acar xistiye hucreyeke yek kesî. Derbarê rewşa Acar ya dawî de metika wê Nebîha Akay axivî. Akay diyar kir ku rewşa biraziya wê her ku diçe giran dibe û heger tiştek bê serê Tenzîleyê, berpirsiyar Erdogan e. 
 
SÊ HEFTIYE DI HUCREYÊ DE YE 
 
Nebîha Akay anî ziman ku piştî ku teşhîsa weremê hatiye kirin heta niha di yek hucreyê de tê girtin û wiha axivî: "Tenzîle ev 5 sal in di girtîgehê de ye û nexweş e. Di serî de ji me re gotin nexweşiya zerikê lê peyda bûye. Wê demê jî nedibirin nexweşxaneyê. Dema ku dibirin nexweşxaneyê jî bi kelemçeyê dibirin. Dema ku muayene dikirin jî di bin çavdêriya leşkeran de muayene dikirin. Di her birina nexweşxaneyê de ji bijîşk re digot, 'Bila leşker nekeve hundir'. Lê li dijî vê daxwaziya wê bijîşk digot, 'heger tu bixwazî pêwîste tu qebûl bikî'. Tenzîleyê jî ev pêkanîne qebûl nedikir û tedawiya bi vî awayî red kir. Bi vî awayî nexweşiya wê giran bû. Niha jî teşhîsa weremê hatiye danîn. Ji qirika wê xwîn tê û nikare xwarinê bixwe. Niha avêtine hûcreyê. Ev sê heftene di hucreyê de ye. Pêdiviyê wê dabîn nakin. Avekî ji wan dixwaze nadinê. Pereyê xwe jî dide dîsa nadinê. Tu derfetên wê jî tune ne û tu kes jî pê re tuneye ku pêdiviyên xwe pêk bîne. Rewşa wê giran e."
 
NIKARE LI SER PIYÊN XWE BISEKINE 
 
Akay diyar kir ku pêwîste ku li dijî girtiyên nexweş her kesên ku xwedî wîjdan bi berpirsyariya xwe rabin û got: "Banga me ji Erdogan û kesên ku dibêjin em parazvanên mafên mirovan in re ew e bila xwedî li girtiyên nexweş derbikevin. Bila yan van mirovên nexweş berdin, yan jî bila tedawî bikin. Rewşa Tenzîleyê giran e. Nikare li ser piyan bisekine. Ji ber vê nexweşiyê dayika wê jî nikare biçe hevdîtinê. Tenzîle naxwaze ku em biçin hevdîtinê. Dibêje  ez naxwazim malbata min di vê rewşê de min bibîne. Tilim lê kirine. Ji ber wê naxwaze em biçin hevdîtinê. Ne tenê Tenzîle niha bi sedan girtiyên nexweş hene." 
 
'BERPIRSYAR TAYYÎP ERDOGAN E'
 
Akay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke tiştek bê serê Tenzîleyê berpirsyar dewlet e û got: "Banga me ji rayedaran re ye, girtiyên nexweş berdin. Bi girtina van mirovan wê bigihîjin ku derê? Heger wîjdana wan hebe bila van girtiyên nexweş berdin. Bila dereng nemînin. Hêj ku cenazeyeke din ji girtîgehê derneketiye. Bila ev tecrîda li ser girtiyan were rakirin. Berpirsiyarê mezin di serî de jî Tayyîp Erdogan e." 
 

Sernavên din

27/02/2021
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir