Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan 2021-02-24 09:02:04 ŞIRNEX - Meta Tenzîle Acar a ku nexweşiya Hepatît B'yê lê peyda bûye anî ziman ku tiştek bê serê biraziya wê berpirsyarê wê Serokkomar Erdogan e û got: "Hêj ku cenazeyeke din ji girtîgehê derneketiye bila berdin. Bila ev tecrîda li ser girtiyan were rakirin."  Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêde dibe. Girtî ji mafên xwe yên herî mirovane bêpar tên hiştin. Niha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Tenzîle Acar e. Tenzîle Acar (23) di sala 2017'an de li Stenbolê tê binçavkirin û paşê jî tê girtin. Acar, 5 sal in li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de tê girtin. Nexweşîna Hepatît B û jana ziarav (weremê) bi Acar re heye. Piştî ku teşhîsa weremê hatiye danîn, rêvebiriya girtîgehê Acar xistiye hucreyeke yek kesî. Derbarê rewşa Acar ya dawî de metika wê Nebîha Akay axivî. Akay diyar kir ku rewşa biraziya wê her ku diçe giran dibe û heger tiştek bê serê Tenzîleyê, berpirsiyar Erdogan e.    SÊ HEFTIYE DI HUCREYÊ DE YE    Nebîha Akay anî ziman ku piştî ku teşhîsa weremê hatiye kirin heta niha di yek hucreyê de tê girtin û wiha axivî: "Tenzîle ev 5 sal in di girtîgehê de ye û nexweş e. Di serî de ji me re gotin nexweşiya zerikê lê peyda bûye. Wê demê jî nedibirin nexweşxaneyê. Dema ku dibirin nexweşxaneyê jî bi kelemçeyê dibirin. Dema ku muayene dikirin jî di bin çavdêriya leşkeran de muayene dikirin. Di her birina nexweşxaneyê de ji bijîşk re digot, 'Bila leşker nekeve hundir'. Lê li dijî vê daxwaziya wê bijîşk digot, 'heger tu bixwazî pêwîste tu qebûl bikî'. Tenzîleyê jî ev pêkanîne qebûl nedikir û tedawiya bi vî awayî red kir. Bi vî awayî nexweşiya wê giran bû. Niha jî teşhîsa weremê hatiye danîn. Ji qirika wê xwîn tê û nikare xwarinê bixwe. Niha avêtine hûcreyê. Ev sê heftene di hucreyê de ye. Pêdiviyê wê dabîn nakin. Avekî ji wan dixwaze nadinê. Pereyê xwe jî dide dîsa nadinê. Tu derfetên wê jî tune ne û tu kes jî pê re tuneye ku pêdiviyên xwe pêk bîne. Rewşa wê giran e."   NIKARE LI SER PIYÊN XWE BISEKINE    Akay diyar kir ku pêwîste ku li dijî girtiyên nexweş her kesên ku xwedî wîjdan bi berpirsyariya xwe rabin û got: "Banga me ji Erdogan û kesên ku dibêjin em parazvanên mafên mirovan in re ew e bila xwedî li girtiyên nexweş derbikevin. Bila yan van mirovên nexweş berdin, yan jî bila tedawî bikin. Rewşa Tenzîleyê giran e. Nikare li ser piyan bisekine. Ji ber vê nexweşiyê dayika wê jî nikare biçe hevdîtinê. Tenzîle naxwaze ku em biçin hevdîtinê. Dibêje  ez naxwazim malbata min di vê rewşê de min bibîne. Tilim lê kirine. Ji ber wê naxwaze em biçin hevdîtinê. Ne tenê Tenzîle niha bi sedan girtiyên nexweş hene."    'BERPIRSYAR TAYYÎP ERDOGAN E'   Akay di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke tiştek bê serê Tenzîleyê berpirsyar dewlet e û got: "Banga me ji rayedaran re ye, girtiyên nexweş berdin. Bi girtina van mirovan wê bigihîjin ku derê? Heger wîjdana wan hebe bila van girtiyên nexweş berdin. Bila dereng nemînin. Hêj ku cenazeyeke din ji girtîgehê derneketiye. Bila ev tecrîda li ser girtiyan were rakirin. Berpirsiyarê mezin di serî de jî Tayyîp Erdogan e."